Gerîlayê HPG'ê Amed: Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin

Gerîlayê HPG’ê Argeş Amed diyar kir ku, dewleta Tirk li ber îradeya gerîla têk çûye û got, “Erka me ye ku, ala ku me ji hevrêyên xwe yên şehîd girtiye, bigihînin serkeftinê. Ji bo vê yekê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin."

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Artêşa Tirk a faşîst ku li hemberî berxwedana gerîla tevî her cure êrîşan bêçare bû, fikirî ku wê bi çekên kîmyewî gerîla têk bibe. Di şerê hê jî didome de dewleta Tirk a qirker li hemberî berxwedana bi rûmet a gerîla her roj têkçûneke nû dijî.

Yek ji gerîlayên HPG'ê Argeş Amed ê ku di pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girtiye, detayên şer ji ANF'ê re nirxand. Argeş Amed rastiya artêşa Tirk û destana berxwedanê ya gerîla wiha nirxand: “Ez cihê xwe di pêngava Bazên Zagrosê de digirim. Weke şervanek azadiyê ez serbilind im ku di nava vî şerî de cih digirim. Beriya her tiştî divê were zanîn ku şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê tê meşandin ne tenê şerê dewleta Tirk e, şerê bi desteka hemû hêzên hegemonîk e.

Êrîşên li dijî pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagrosan ne êrîşên ji rêzê ne. Li hemberî gerîla her cure çekên qedexe tên bikaranîn. Li hemberî van çekên kîmyewî îradeyeke xurt heye. Di vî şerî de weke gerîla cih girtin û li hemberî vî dijminî şerkirin bi serê xwe dîrokek e. Dewleta Tirk li ber îradeya gerîla têk çû. Ji ber vê yekê dixwaze niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi çekên kîmyewî encam bigire. Her çiqas ev çek ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye qedexekirin jî, me di rastiyê û pratîkê de dît ku li dijî hêzên gerîla ne derbasdar e û rewa tê dîtin. Tenê çepera şer a Şehîd Botan di nava 4 rojan de bi sedan caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyan hate bombekirin. Ev yek nîşaneya herî mezin a bêçaretiya dewleta Tirk û têkçûna wê ya li hemberî hêzên gerîla ye. Dixwazin bi çekên kîmyewî encam bigirin. Di destpêka sala 2021’an de berxwedana Siyanê, Werxelê û Zendura nîşanî me da ku divê berxwedan çawa pêş bikeve.”

BERXWEDANA ME WÊ BIDOME

Şervanê HPG'ê Argeş Amed, anî ziman ku berxwedana gerîlayan a li dijî êrîşên dewleta Tirk wê bidome û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî ku gerîla bikaranîna van gazên qedexe bi belge kiriye jî, hê tiştek nehatiye kirin. Tevî vê yekê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ti gav neavêt. Ji ber ku ev çekên ku ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve, bi hevkariya hemû dewletên navneteweyî destûra bikaranîna wan hatiye dayîn. Ev konsepteke giştî ye tê sepandin. Li hemberî vê jî wê berxwedana gerîla her tim bidome.

Dewleta Tirk bi teknîka xwe dixwaze herêmên ku gerîla lê ne kontrol bike. Lê divê bê zanîn ev yek ji xewnekê wêdetir naçe. Windahiyên wan tê wê wateyê ku têkçûna artêşa Tirk nêzîk e. Tevî ku çapemeniya Tirk hewl da van windahiyan veşêre jî, ji cenazeyên ku çûne Tirkiyeyê tên zanîn. Artêşa Tirk a faşîst li hemberî gerîla têk çû. Ji ber ku gerîla xwedî îdeolojî û îradeyeke xurt e ku ji bo wê bi bawerî têdikoşe. Em dizanin ku serkeftin teqez wê ya me be, em ê bi ser bikevin. Erka me ye ku, ala ku me ji hevrêyên xwe yên şehîd girtiye, bigihînin serkeftinê. Ji bo vê yekê em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin."