Gerîlayê HPG'ê Adiyaman: Divê 4'ê Nîsanê ne weke rojbûnek ji rêzê bê pîrozkirin
Gerîlayê HPG'ê Şiyar Adiyaman, ji bo rojbûna 68. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Divê rojbûna Rêberê me ne weke rojbûnek ji rêzê bê pîrozkirin."
Gerîlayê HPG'ê Şiyar Adiyaman, ji bo rojbûna 68. a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Divê rojbûna Rêberê me ne weke rojbûnek ji rêzê bê pîrozkirin."
Gerîlayê HPG'ê Şiyar Adiyaman bibîr xist, ku 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, "Rojbûna Rêberê me rojbûneke ji rêzê nîne. Ne rast e ku weke rojbûnek ji rêzê were pîrozkirin. Ji ber ku Rêberê me paradîgmayek afirandiye.
Pêwîste di çarçoveya wê paradîgmayê de bê pîrozkirin. Rêberê me got, divê dar bên çandin. Lazim e di 4'ê Nîsanê de dar werin çandin.
Kapîtalîzm ji bo talankirinê nêzî xwezayê dibe. Bi çavê berjewendiyê li her tiştî dinêre.
Pêwîste em li gorî paradîgmaya Rêberê xwe nêzî xwezayê bibin."