Gerîlayê helbestvan: Nivîsandin lêgerîna li azadiyê ye

Ferzad Sêdar ku berî 6 salan tevlî nava refên PKK'ê bû, gerîlayekî helbestvan e. Ferzad Sêdar dibêje, nivîsandin lêgerîna wî ya azadiyê xurtir dike.

Gerîlatî li çiyayên Kurdistanê bûye şêwe û rêbazeke jiyanê. Zêdeyî 40 sal in hem xwe afirandiye hem jî bûye hêviya gelê xwe. Di bêrîka her gerîlayekê/î de lênûskeke ku plansazî, çalakî û taktîk lê nivîsî ne heye. Lê di heman demê de lênûskeke din jî heye ku hestên xwe, helbestên xwe, rojnivîsên xwe lê neqişandine.

Em li gerîlayekî helbestvan rast tên ku ev pênase xweş lê tê. Ferzad Sêdar sala 2013'an tevlî nava refên PKK'ê bû. Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em li Ferzad Sêdar rast tên. Ji bo çalakiya hevrêyên xwe yên jin, bi dilxwazî alîkariya teknîkî dike. Li ser daxwaza hevalan radibe û helbestekê dixwîne.

Piştî ku helbesta xwe xwend, me xwest pê re sohbet bikin, wî nas bikin. Ferzad Sêdar qala xwe kir: "Heta sala 2010'an min helbest nedinivîsand. Di dema zarokatiya xwe de ez li nava civakeke ku piraniya wê Elewî bû mezin bûm. Nivîsandina helbestan qet nedihat bîra min, lê belê lawjeyan re dihat, min timî lê guhdarî dikir. Sala 2010'an min hêrsa xwe ya li dijî êrîşên faşîst bi çend hevokan nivîsî. Nivîsandina helbestê ji bo min weke lêgerînekê dest pê kir."

Gerîla Sêdar diyar kir ku coş û kelecana li çiyayên Kurdistanê ancax bi helbestê dikare bê vegotin û got, "Li nava refên gerîla hîn bêhtir kûr bûm... Rêber Apo helbestê weke lêgerîna li azadiyê pênase dike. Vê pênaseyê kir ku ez berê xwe bidim çiyê, hestên min kûrtir kir. Ya rast, tevî ku destpêkê haya min jê tinebû jî, dikarim bêjim ku nivîsandin lêgerîna li azadiyê ye."

Sêdar bla kişand ser berxwedêrên greva birçîbûnê û Leyla Guven û got, "Çalakiya ku hevala Leyla dest pê kir tenê çalakiyek nîne, ew pêngavek e. Hişyarbûneke gelekî mezin e ku jinek, dayikek zindan û êş dîtiye, li her qada jiyanê têkoşiya ye pêşengiyê ji vê pêvajoyê re dike. Hestên mezin dide jinan hemûyan û mirovên ku li ber xwe didin."

Gerîlayê HPG'ê Ferzad Sêdar piştre helbesteke xwe ya li ser Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û hevalên we nivîsandî dixwîne.