Gerîlayan derbên giran li dagirkeran dan: 11 leşker hatin kuştin

Gerîlayan li Bedlîsê û Garzanê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di çalakiyan de herî kêm 11 dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiya gerîlayan a li Bedlîsê daxuyanî da.

HPG’ê got ku “Hêzên me di 2’ê Gulanê de li qada Satê ya Bedlîsê yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker xistiye bin kontrola xwe û piştî şopandineke dirêj saet di 18.0’an de girtiye ser vê yekîneyê. Hêzên me ketine nav yekîneya dijmin û ji nêz ve li dijmin dane. Ev çalakî bi tarza fetihkirinê hatiye kirin û 7 leşkerên Tirk hatine kuştin. Hêzên me BKC’yek û zîncîreke wê, çekeke sûîkastê ya Bora û dûrbîna wê, çekekeke M16, dûrbîneke şevê û dûrbîneke rojê ji ser cenazeyan rakiriye. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.

Artêşa Tirk a dagirker ji zû ve ye li Goristana Şehîdan a Xerzanê ya li Qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê daran dibire. Dagirker ji bo ewlehiya vê koma ku daran dibire, yekîneyên veşartî li Girê Şehîd Sorxwîn bi cih kiriye. Hêzên me di 3’ê Gulanê de saet di 17.20’an de li vê yekîneyê daye. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 4 leşkerên vê yekîneyê hatine kuştin. Yekîneya me ya ku ev çalakî li dar xistiye, bi selametî vegeriyaye baregeha xwe.”