Gerîlayan li Heftanin û Xakurkê li dagirkeran da

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Heftanin û Xakurkê li dijî tevgera dagirkeriyê çalakî lidarxistin. HPG'ê ragihand li Xakurkê leşkerek hate kuştin û li Heftaninê hejmara kuştiyan nehate tespîtkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî tevgera dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Berfirehiya daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

'LI XAKURKÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN'

"Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 7’ê Îlonê saet 17:40’an li dijî tevgera dagirkeriyê ya li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên ku li nêzî Girê Şehîd Sarya bicih bûbûn çalakiya sûîkastê lidarxist. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên obus û hawanan bêserûber derdor bombebaran kir û bi helîkopterên Skorsky leşkerê xwe yê mirî ji herêmê rakir.

LI HEFTANÎNÊ LI YEKÎNEYA DIJMIN HATE XISTIN

Roja 5’ê Îlonê saet 12:20’an hêzên me li dijî tevgera dagirkeriyê ya li dijî herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li nêzî Girê Sîser yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker bûn hedef. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

DI ÊRÎŞA HEWAYÎ YA 4'Ê ÎLONÊ DE GERÎLAYEK ŞEHÎD BÛ

Di daxuyaniya xwe ya 6’ê Îlonê de me ragihandibû 2 hevrêyên me roja 4’ê Îlonê di êrîşa hewayî ya li herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn. Di vê êrîşê de hevrêyekî me bi silametî gihişte bareha xwe, hevrê Xebat Ciwanro şehîd bûye.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Xebat Ciwanro
Nav û Paşnav: Meysem Seyîdî
Cihê Jidayikbûnê: Ciwanro
Navê Dayik - Bav: Ferîşte – Muhammed Alî
Cih û Demê Şehadetê: Heftanîn / 4’ê Îlona 2019’an

Xebat – Meysem Seyîdî

Xebat Ciwanro di sala 1995’an de li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di temenekî ciwan de bûye şahidê polîtîkayên înkar û îmhayê yên Ii ser gelê Kurd û di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Xebat li ser girêdayîneke mezin, peywirên xwe bi cih aniye. Rêheval Xebat bi perwerdehiyên îdeolojîk û leşkerî bûye gerîlayekî serkeftî yê dema xwe. Felsefeya jiyana azad a Rêber Apo bi kesayetîya xwe kiriye yek û bûye fedaîyekî milîtan.  Heta kêlîka ku şehîd bûye, ji bo azadiya gelê Kurdistanê şer kiriye.

Malbata rêhevalê me Xebat Ciwanro di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya rêheval Xebat bigihînin serfiraziyê."