Gerîlayan li dijî dagirkeriyê ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’ da destpêkirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’ da destpêkirin. Gerîlayan gelek leşkerên Tirk ceza kirin. Dagirker li hemberî gerîlayan gaza jehrî bi kar tîne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Dewleta Tirk a dagirker di 23’ê Nîsana 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li qadên Metîna, Avaşîn û Zapê operasyoneke dagirker dabû destpêkirin. Ji dema ku êrîşê dest pê kiriye heta niha hêzên me yên gerîla bi ruhekî fedaî li hemberî dagirkeran li ber xwe didin û li qadên Avaşîn û Zapê ‘‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’ dane destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de hêzên me derbên giran li dagirkeran dixin û ev çalakî kirine.

BI QASÎ KU HATE TESPÎTKIRIN 9 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Di 24’ê Nîsanê de saet di navbera 09.00 û 12.30’an de artêşa Tirk a dagirker li Girê Mamreşo ya qada Avaşînê xwestiye têkeve kozik û tunelên hêzên me.Hêzên me yên gerîla li vê derê li dagirkeran dan. Artêşa Tirk a dagirker derbeke giran xwariye û 4 caran neçar maye ku ji tunelên şer vekişe.

Di heman rojê de saet di 12.30’an de leşkerên Tirk ên dagirker hatine ser tunelên şer ên hêzên me. Hêzên me bi sabotajê 2 caran li wan dane. Di van du çalakiyan  de herî kêm 9 dagirker hatine cezakirin. Dagirker nikaribûne bi pêş ve werin û her dem neçar mane vekişin. Dagirkeran piştre kamerayek bi kûçikekî girêdane û ew şandine tunelên şer. Hêzên me dest danîne ser kamerayê.

Saet di 15.30’an de dagirker ber bi tunela şer bi pêş ve hatien û hêzên me piştî ku bi sabotajê li wan dane û dîsa ji nêz ve li dagirkeran daye. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Saet di 18.00’an de hêzên me yên gerîla du caran bi sabotajê dagirker kirine hedef. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin. Dagirker neçar mane ku vekişin û hêzên me ji nêz ve li wan dane. Li vê derê hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Dagirkeran saet di 21.30’an de bi balefirên şer qad bomberdûman kirine û dîsa xwestine têkevin tunelên şer. Hêzên me ji nêz ve li dagirkeran dane. Dagirkeran derbeke giran xwarine û neçar mane vekişin.

ARTÊŞA TIRK A DAGIRKER PIŞTÎ KU DERBÊN GIRAN XWAR GAZA JEHRÎ BI KAR ANÎ

Dagirkeran di van şeran de derbên giran xwarin û li Girê Mamreşo li hemberî hêzên me têk çûne. Dagirkeran li hemberî Gerîlayê Serfiraziyê ya Modernîteya Demokratîk encamek nestendine û metodên şer ên dermirovahiyê bi kar anîne. Artêşa Tirk a dagirker li Girê Mamreşo li hemberî berxwedana gerîlayan derbên giran xwar û li hemberî tunelên şer û kozikên gerîlayên me gaza jehrî bi kar anîne. Ligel vê metoda namerd jî dagirker nikarine têkevin tunelên şer ên hêzên me.

Di 23’ê Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker leşkeran daniye Qada Mervanosê ya Avaşîn û Girê Şehîd Serdar. Di 24’ê Nîsanê de saet di 14.00’an de dagirkeran xwestine têkevin tunelên şer ên Girê Şehîd Serdar. Hêzên me li vê derê dîsa li dagirkeran dane. Dagirker qet nikaribûne bi pêş ve werin û têk çûne. Dagirkeran saet di 14.40’an de 4 caran gaza jehrî avêtine kozikên şer. Saet di 17.30’an de dagirker nezî kozika şer bûne û hêzên me 3 caran bi sabotajê û carekê jî ji nêz ve li dagirkeran dane. Dagirkeran derbeke giran xwarine û neçar mane vekişin. Derbarê mirî û birîndarên dagirkeran tu agahiyên zelal nehate bidestxistin.

Di heman rojê de saet di 09.30’an de hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’ de li Girê Şehîd Serdar li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Di 24’ê Nîsanê de di dahnê nîvro de artêşa Tirk a dagirker li Qada Şûkê ya Avaşînê, Girê Şehîd Zêrîn, Girê Şehîd Bêkes û Girê Pîramîtê operasyon dabû destpêkirin. Ev operasyon hê jî didome.

Di 24’ê Nîsanê de ji êvarî ve hate serê sibeha 25’ê Nîsanê qada Mamreşo, Qada Aris –Faris, Qada Kartal, Qada Mervanosê û Girê Şehîd Serdar ji aliyê balefirên şer û helîkopterên Kobra hatine bomberdûmankirin. Artêşa Tirk a dagirker dîsa leşker daniye Qada Mamreşo û Girê Şehîd Serdar.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 08.30’an de hêzên me li Geliyê Nerwê ya Zapê li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 08.30’an de dagirkeran hewl dane ber bi Girê Şehîd Harûn a qada Qele Bedewê ya Zapê bi pêş ve werin. Hêzên me li vir li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndar nehatiye tespîtkirin.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 17.30’an de li Qada Cîloya Biçûk hêzên me li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin û gelek dagirker jî birîndar bûne.

HÊZÊN PARASTINA HEWAYÎ LI DAGIRKERAN DA

Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di çarçoveya kampanyaya ‘Dem dema azadiyê ye’ di 24’ê Nîsanê de saet di 14.40 û 16.50’na de bi wesayîtên hewayî li dagirkerên li Girê Zendûra ya herêma Metîna daye. Di vê çalakiyê de bi awayekî serkeftî li hedefan hatiye xistin.

Di 25’ê Nîsanê de ber bi destê sibehê ve artêşa Tirk a dagirker leşker daniye qada di navbera Girê Zendûra û Elemûnê. Keşfa li qadê didome.

ARTÊŞA TIRK A KU DERBÊN GIRAN XWAR, QAD BOMBERDÛMAN KIR

Dagirkeran di 24’ê Nîsanê de saet di navbera 13.00 û 13.30’and e balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Tepê Hakkarî ya herêma Metîna bomberdûman kirine.

Di navbera saet 19.00 û 22.00’an de bi obusan Girê Zendûra ya herêma Metîna bomberdûman kirine.

Di navbera saet 21.00 û 22.00’an de bi helîkopterên Kobra Girê Koordîne, Girê Zendûra û qada Derarê bomberdûman kirine.

Saet di 22.55’an de Girê Amêdiyê ya li Amêdiyê bi balefirên şer bomberdûman kiriye.

Saet di 22.00’an de balefirên şer li derdora gundê Bazê ya Kanîmasî daye û bomberdûman kirine.

Di 24’ê Nîsanê de bi şev balefirên şer Gundê Bêpalan û qada Dola Bedrana ya Qendîlê bomberdûman kiriye.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 21.30’an de balefirên şer qada Goşîne ya Xakurkê, di dahnê êvarî de jî qadên Sîda û Kunîşka ya Zapê bomberdûman kirine.”