Gerîlayan li Dersimê li wesayîta zirxî da: Dagirkerek hate cezakirin

Gerîla wesayîteke zirxî ya artêşa TC’ê ya navçeya Xozat a Dersimê ber bi qereqola Amûtka ve diçû derb kirin. Bi qasî hate zelalkirin di wesayîta hate derbkirin de dagirkerek hatiye cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî da.

“30’ê Tîrmehê saet 16:40’an wesayîteke ya artêşa TC’ê ya ji navçeya Xozat a Dersimê ber bi qereqola Amûtka ve diçû bûye hedefa hêzên me. Di ketina nîzamiyeya qerqolê de ji nêzîk ve li wesayîtê hatiye dayîn û der kiriye. Di vê çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hatiye cezakirin. Dîsa li heman qadê 5 fotokêşên hene jî ji aliyê hêzên me ve hatine îmhakirin. Ji ber êrîşên helîkopter û bikaranîna çekên giran, şewata li Derekoyê derketî hê jî didome.

Li herêma Heftanîn a di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de;

30’ê Tîrmehê saet 17:30’î dagirkerên li Girê Koxê Mele Yehya ya devera Keşanê bûn, çalakiyeke ya sekvaniyê hatiye kirin, di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

28’ê Tîrmehê saet 23:50’î jî Şikefta Birîndaran a herêma Zapê, 31’ê Tîrmehê saet navbera 09:00-09:20’ê devera Kurojehro û Saca bi balafirên şer hatine bombekirin.

29’ê Tîrmehê saet navbera 23:30-00:30’î li xeta Qaşûra ya herêma Metîna tevgera helîkopteran heye.

30’ê Tîrmehê saet navbera 16:00-17:00’an derdorî bajaroka Çemankê ya bajarê Dihokê û derdora Gundê Meyrokê û devera Deşta Kafya balafirên şer bombe kiriye.

29’ê Tîrmehê saet 17:00’an tûnelên şer ên li dever Girê Sor a herêma Avaşîn bombe kiriye, 30’ê Tîrmehê saet navbera 23:40-02:40’î li Girê Sor, Girê Silêman, Girê Spî helîkopter firiyane.

29’ê Tîrmehê saet 21:302î balafirên şer bombe li Ava Lolan, Girê Şekîf û Girê Şehîdan a Xakûrkê barandiye.

30’ê Tîrmehê saet 17:00’an ji qereqola xeta sînor a devera Sîda ya Zapê, bi obûsan hatiye bombekirin, 30’ê Tîrmehê saet 09:00-09:30’î deverên Çemço û Sîda ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.”