Gerîlayan li Şehîd Derwêş herî kêm 10 leşker kuştin
Gerîlayan li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Şehîd Derwêş ê Xakurkê çalakî kirin. Di çalakiyê de bi kêmanî 10 leşker hatin kuştin.
Gerîlayan li dijî leşkerên Tirk ên li Girê Şehîd Derwêş ê Xakurkê çalakî kirin. Di çalakiyê de bi kêmanî 10 leşker hatin kuştin.
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li ser artêşa Tirk ku bi hewldana dagirkirina Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, didome.
Li gorî agahiyên ji cih hatine standin gerîlayan şevê din li dijî leşkerên ku li Girê Şehîd Derwêş bi cih bûbûn çalakî kirin. Di çalakiyê de bi kêmanî 10 leşker hatin kuştin.
Piştî çalakiyê artêşa Tirk li gundê Xelîfan da. Di êrîşê de bi dehan sewalên gundiyan hatin kuştin.