Li Îdirê fermandarê qereqolê hate kuştin

Gerîlayan li navçeya Başan a Îdirê li dijî leşkerên li qereqola Aydinlarê çalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin ku yek jê fermandarê qereqolê ye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:

"Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dewam dike, hêzên me 12'ê Sibatê saet di 14:00 de li navçeya Başan a Îdirê li dijî leşkerên li qereqola Aydinlarê çalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin ku yek jê fermandarê qereqolê ye. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

11'ê Sibatê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker saet di 15:50 de Girê Suleyman ê herêma Avaşînê û saet di 23:00 de jî qada Sîda ya Zapê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."