Gerîlayan di nava çar mehan de 10 helîkopter xistin

Ji destpêka êrîşên nû yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û vir ve ku meha Nîsanê li qadên gerîla da destpêkirin, herî kêm 10 helîkopter ji aliyê gerîla ve hatin xistin.

Gerîlayên HPG'ê ragihandin ku ji destpêka meha Îlonê û vir ve 3 helîkopter xistine.

Herî dawî agahî hate parvekirin ku şeva 4'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Amediyê helîkoptereke bi tîpa Skorsky hatiye xistin. Di 2 û 3'ê Îlonê de jî 2 helîkopter hatibûn xistin.

Ji meha Nîsanê dema destpêkirina êrîşa nû ya dagirkeriyê ya dewleta Tirk herî kêm 10 helîkopter ji aliyê gerîla ve hatin xistin.

Li gorî daxuyaniyên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê; li Şikefta Birîndara 2, li Şehîd Fedekar 2, li Girê Amediyê 2, li Şehîd Şahîn 1, li Girê Hakkarî 1, li Girê FM 1 û li Girê Cûdî jî helîkopterek hate xistin.