Gerîlayan birînên gundiyên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin gulereşandin pêçan

Gerilayan mudaxeleya lezgîn a gundiyê di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser gundê Sucê yê girêdayî Amêdiyê ya Dihok a Başûrê Kurdistanê birîndar bibûn kirin.

Balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Suncê yê girêdayî navçeya Amêdiya ya bi ser Dihok a Başûrê Kurdistanê ve bomberdûman kiribû. Di encama bobmerdûmanê de gundiyek jiyana xwe ji dest dabû, gundiyek jî bibîrndar bibû.

Gerîlayan li cihê bûyerê birîna kesê birîndar pêçan.


Birîndar diyar kir ku di êrîşê de bedena apê wî parçe parçe bûye.

Li aliyê din gundiyên ku ev 3 roj in ji bo ku cenaze bigirin ketine nava hewldanê de her carê artêşa Tirk bi A-4 û bombe avêjan êrîşî wan dikin. Gundiyan li dijî vê nerazîbûn nîşandan.