Gerîlayan bang li ciwanên başûr kirin: Li ber dagirkeriyê rabin

Gerîlayên HPG’ê di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn. Gerîlayan diyar kirin ku bi yekîtiya neteweyî ew ê Kurd karibin dijminên xwe têk bibin.

Gerîlayên HPG’ê di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de nirxandinên xwe ji ajansa me re diyar kirin. Gerîlayan dan diyarkirin ku divê gelên Başûrê Kurdistanê, nexasim ciwanên wê li hemberî dagirkeriyê derbikevin, heke ciwan vî tiştî nekin serdema împaratoriya Osmaniyan wê xwe nû bike. Gerîlayan ciwanên Başûrê Kurdistanê vexwendin nav refên PKK’ê.

“ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK NE REWA NE”

Gerîlayê HPG’ê Jîrwan Mihabad di nirxandinên xwe de diyar kir ku divê gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşan bê helwest nemîne û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Ez li Hewlêrê ji dayîk bûme. Em dibînin ku dewleta Tirk îro êrîş dibe ser Hewlêr û navçeyên girêdayî Hewlêrê. Em dagirkeriya dewleta Tirk ya li çiyayê Kurdistanê û li herêma Soran dibînin û em dibînin ku dewleta Tirk her roj gundên wê herêmê bi balefirên şer bombebaran dike. Lê belê gelê Kurd li hemberî van kirinan bê helwest dimîne. Eger dewleta Tirkiyeyê şûna Kurdistanê li Iraq ango li cihekê dinê bixe li hemberî wana tu kes bê helwest namîne, ciwan û gel helwestên xwe diyar dikin. Heta niha ji derveyî gelê me, min tu gel nedîtiye ku li hemberî bombebaran û lêdanan bêdeng dimîne. Li beramber êrîşên li ser Hewlêrê ciwanên wê, hikumeta herêmê û saziyên ragihandinê xwe ker dikin û bêdeng dimînin. Êrîşên dewleta Tirk ne rewa ne û ji êrîşkariyê wêdetir ne tu tişt e. Tu ciyawaziya dewleta Tirk ji DAÎŞ’ê nîne. Tu ciyawaziya yên ku têne mal û axa mirov dagir dike ji DAÎŞ’ê nîne. Ma kê DAÎŞ ava kir? Dewleta Tirk piştgirî da DAÎŞ’ê û berê wan da Kurdistanê, lê belê di armancên xwe bi ser neketin. Bi hevkariya pêşmerge û gerîlayan çete hatin dûrxistin. Dema dewleta Tirk dît ku bi DAÎŞ’ê jî bi ser nakeve vê carê wê bi xwe êrîş kir.”

“DEM DEMA CIWANAN E”

Gerîla Jîrwan axaftina xwe wisa domand û got; “Li hemberî kesên ku her roj êrîşan dibin ser gelê me, çiya û bajêrên me, em lê dinihêrin ciwanên welat, ciwanên Hewlêrê û bi giştî yên Kurdistanê bêdeng in, ev bêdengî wê heta kengê bidome? Lê belê kes nabêje ka sedema van kirinên te çi ne? Birastî jî ev bêdengî û bêhelwestî ne layiqê gelê Hewlêrê ye. Li Kurdistanê bi dehan şoreş pêk hatine lê belê ev şoreş negihîştine encamê. Sedema vê jî bêdengî û bêhelwestiya gel a li hemberî êrîşan e. Li ser Kurdistanê her tim êrîş hene lê em ê kengê li hemberî van êrîşan bibin xwedî helwest. Divê ciwanên Hewlêr, Silêmanî êdî rabin û bibin xwedî helwest. Ji ber ku dem dema ciwanan e, ji ber ku ciwan dikarin şoreşê ava bikin, encex ciwan dikarin li hemberî êrîşên hovane yên li ser gel, li ser ax, li ser şeref û namûsê tê kirin bisekinin.”

“DIJMIN JI XAKA XWE DERBIXIN”

Gerîlayê HPG’ê Ramîn Lek jî di axaftina xwe de diyar kir ku ciwan germ û çalak in lewma dikarin ji dijmin re bibin bersiv û nirxandinên xwe wiha domand; “Ciwan germ in, xwedî hêz in, çalak in û lewma dikarin bersivê bidin dijmin. Eger ciwan dixwazin ji dewletên dagirker re bibin bersiv, dagirkeriyê ji nava xaka welat derxînin divê bêne tevli nava şoreşê bibin, tevli nava refên PKK’ê bibin. Min jî wekî ciwanekî ji Hewlêrê bêdengiya xwe şikand û tevlî nava refên PKK’ê bûm û bangawaziya min li hemû ciwanên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ye ku bila werin tevlî şoreşê bibin. Ji bo ku bikaribin zûtir dijmin li ser xaka welat derbixin, ji bo bikaribin jiyaneke xweştir li Kurdistanê ava bikin, ji bo pêşerojeke xweştir ji ciwanan re ava bikin, ji bo navê Kurdistanê li hemû deverên cihanê belav bikin divê ciwan tevlî nava refên PKK’ê bibin. Pêkaniya vana tevlibûna nava refên PKK’ê ye. Careke dinê bangawaziyê li gelê Hewlêr û ciwanên Hewlêrê dikim werin tevlî nav şoreşa PKK’ê bibin a ku bi pêşengtiya Rêber Apo ya ku ev çil sal in dimeşe.

“BIBIN GELEKÎ YEKDEST Û XWESER”

Gerîla Ramîn Lek diyar kir ku ew ji bo heqîqetê tevlî nav refên PKK’ê bûye û wiha got; “Ez ji Başûrê Kurdistanê me û ez li bajare Kerkûkê mezin bûme. Ev demek e ji bo azadî û heqîqetê ez tevlî nava refên PKK’ê bûme. Min demek dirêj li Başûr jiyana xwe domand, lewma min dizanî li başûr wê çi rû bide. Lê belê êdî ez jî bûm yek ji wan kesên ku zilm û zoriyê napejirîne, bindestiyê napejirîne. Pêwîst bû ku li hemberî wan kesên li serê me didin, serî rakim. Em Kurd heya kengê van tiştan bibînin û bipejirînin? Dema dijmin Kurdistan kir çar parçe, ji ber ku me serî ranekir em kirin hezar parçe. Heya em dengê xwe nekin wê zêdetir jî li me bikin. Divê em li hemberî dijmin sînorekî deynin, ji bo nekaribe zêdetir bike û divê em wan parçeyan bînin gel hev. Divê em bibin gelekî yekdest û xweser. Çi milê leşkerî ve çi jî li milê fikrî ve li Başûrê Kurdistanê nakokiyên pir mezin hene. Dijmin her kesekî başûr kiriye hezar perçe. Wisa lê kiriye ku nikare yek deqeyê Kurdistanê bifikire, azadiyê û jiyana xwe bifikire. Eger em careke dinê bifikirin em ê bibînin ku, ka dijmin çi li me kiriye. Çi Sedam Huseyîn çi jî faşîstên din, me her tim serî li hemberî wan rakiriye. Em kesên şoreşger in. Ji ber ku ciwanên me xwîngerm in. Tu caran jî bindestî nepejirandiye. Çend şoreş pêş ketin, lê ji ber xiyanet, ji ber hevdûnegirtinê û ji ber her kesekê digot divê ez li pêş bim, bû sedem ku dijmin wisa li me bike.”

“WELATÊ ME BIHÛŞTA JIYANÊ YE”

Gerîla Ramîn Lek di domahiya axaftina xwe de destnîşankir ku dijmin li hemberî wan her cure çekên giran bi kar tîne wiha pêde çû; “Di bin navê siyaset, azadî û mirovahiyê de gelek ciwanên me hatin qetilkirin. Heta kengê em ê bi vî awayî bipejirînin? Çi bi balefirên xwe çi jî bi leşkerên çima kesek van tiştên hanê nabîne? Divê êdî em li dijî vana derbikevin. Dijmin ne tenê li Başûr, li derdora me, li Rojava, li Rojhilat bi her cureyan êrîş dike. Ji ber ku dizane vîn û baweriya me naşikê hemû rêbazan bi kar tîne. Her cure çekên xwe yên giran li ser Kurdan bi kar tîne. Lê belê îro kesên bi navê gerîla, bi navê PKK’yî yan li hemberî wana derketine. Çi qas çekên wana yên giran hebin jî nikarin vîn û baweriya gerîla bişikîne. Ji ber wê bangawaziya min li gelê başûr e li rewşê binêrin, binêrin ka di nava me de çi rû didin. Kesek nikare bi şeklekî azad di nava bajar de bibêje ez Kurd im, ez Kurdistanî me. Divê her kesek alîgirê kesekê be, vê rewşê jî hişt wisa li me bê. Lê belê divê gel bêje êdî bes e û sînorek ji bo vê yekê deyne. Hemû dest bidin hevdû. Li dijî vî dijminê derbikeve. Divê em dijmin ji xaka xwe derbixin. Tenê em dikarin vê bikin kesek ji bo me nayê tiştekî nake. Eger em yêkitiya xwe ava nekin kesek nayê ji bo me yêkitiyê ava nake. Ji ber ku kesên li derdorê me dijin, birçiyên welatê me ne. Ji ber ku dizanin welatê me bihuşta jiyanê ye. Qasê bi milê fikrî ve êrîş dibin li ser welatê me ciwanên me jî ji vê bihuştê dûr xistine. Lê belê êdî ev dawî ye. Divê êdî bi fikr û ramana Rêber Apo li dijî vî dijminê derbikevin. Dijmin li ser axa xwe derbixin. Kurdistana ku dibêjin çar parçe ye na! Êdî yek parçe ye. Em dibin yek û Kurdistanê rizgar dikin. Bi şeklekî azad di nava jiyanek heqîqî de dijîn. Bangawaziya min li gelê başûr e werin beşdarî nava refan bibin. Werin tevlî refan bibin û dijmin ji xaka xwe derbixin. Eger dijmin kariye pir rehet bikeve nava axa me, em jî dikarin pir rehet heya cihê hatine derbixin. Eger em yêkitiya xwe ava nekin kes yekîtiya me ava nake.”

“CIWAN DÎNAMÎKÊN AZADIYÊ NE”

Yek ji gerîlayên HPG’ê Şiyar Cîlo jî di nirxandinên xwe de amaje kir ku ciwan nasnameya neteweyan e wiha pê de çû; “Ez ji Ranyayê me. Di sala 2009’an de tevlî nava refên PKK’ê bûm. Ez dixwazim tiştên min di nava vê partiyê de dîtiye, dixwazim bi fikr û ramana Rêber Apo ji gelê Başûr nexasim ji ciwanên Başûr re di nameyekê de ragihînim. Em dizanin ciwan dînamîkên azadî û serxwebûna neteweyekê ne. Ciwan dibin nasnameya neteweyan, ciwan dibin nasnameya ax û neteweya xwe. Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê li ber çavê her kesî dike, li ber çavên hemû dewletan dikin, li ber çavên mafên mirovan dike, li ber çavê hemû mirovên di cihanê de dijîn dike. Lê em dibînin ku tu kes, tu alî li hemberî hovîtiya dewleta Tirk berpirsyariyên xwe pêk naynin. Başûrê Kurdistanê wekî hemû cihanê bêdeng dimîne. Divê em vê yekê bizanin eger em di vê rewşê de bin, tê wê wateyê ku em jî wekî dewletên xwedî hêzên mezin in û tê wê wateyê ku me Kurdatiya xwe ji dest daye. Eger em helwesteke cidî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan nedin, serdema osmaniyan di roja me ya îro de wê xwe nû bike.”

“GELÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ STÛYÊ XWE WÊ XWAR NEKIN”

Gerîla Şiyar Cîlo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku divê ew bi fikr û ramana Rêber Apo bibin yek û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Nexasim Başûrê Kurdistanê divê dîroka dewletên li kêleka baş nas bikin. Bila her kesek bizanibe gelê Başûrê Kurdistanê tu caran serê xwe li hemberî dijminên xwe netewandiye, nedaniye û em di wê baweriyê de ne ku tu caran jî stûyê xwe xwar neke. Ji milekî din ve jî em derbasî merheleyek nû ya dîrokî dibin. Dîrok sed salan carekê fersend dide ku neteweyek xwe azad bike, bi destê xwe, xwe perwerde bike. Dîrok vê fersendê dide mirov. Dibe îro gelê li bajarên Başûrê Kurdistanê dijîn, jiyana wan rehet be lê belê em lê binêrin îro hemû gund vala dibin û şêniyên gundan tên koçberkirin. Bi hezaran lehengan şer kiriye da ku wan gundan ji destê dijminan rizgar bike. Divê em layiqê xwîna wan kesan be yên ku ji bo vê axê şer kirine. Divê em hemû di bin fikr û ramanên Rêber Apo de kom bibin û bi yekîtiyê aqûbeta Seddam Hiseyîn li Erdogan bidin jiyîn. Ez herî dawîn serkeftinê ji bo wan kesan dixwazim yên ku li ser navê netewe û welat şer dikin, carek din hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim.”

KAMERAMAN:FIRAT KANÎROJ