Gerîlaya YJA Starê Havîn li Qendîlê bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê gerîla YJA Starê Medîne Çetîn bi nasnav Havîn Nisêbîn, li Qendîlê bi merasîmekê hate veşartin.

Ji bo gerîlaya YJA Starê Medîne Çetîn ku 3'ê Kanûna 2018'an şehîd bû, li Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr a Qendîlê bi merasîmekê hate veşartin. Çetîn ku sala 1976'an li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji dayik bû, sala 1991'ê tevlî nava refên PKK'ê bûbû.

Cenazeyê Çetîn ji aliyê jinan ve hate pêşwazîkirin. Di merasîmê de dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.

Ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn. Darbesta gerîlaya YJA Starê Çetîn bi alên HPG û PKK'ê hate xemilandin.

Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir li merasîmê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdên têkoşîna azadiyê re xwest.

Şîlan Şakir bi bîr xist, ku gerîla Çetîn ji sala 1991'ê ve di nava refên têkoşînê de bû û got, "Bi hêz û îradeya xwe tevlî kar û têkoşînê bû. Hem li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma, hem jî li zindanên dewleta Tirk."

Şakir got, "Li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê bi rengekî serketî kar kir. Em ê têkoşîna wê esas bigirin."