Gerîlaya YJA Starê Cûdî: Em ê ti carî dest ji çiyayên xwe bernedin

Gerîlaya YJA Starê Cûdî Çekdar ragihand ku dewleta Tirk êrîşên bi çekên kîmyewî yên li ser çiyayên Kurdistanê dewam dike û got, "Bila dost û dijmin her kes zanibe ku xwediyên van çiyayan gerîla ne. Em ê ti carî dest ji çiyayên xwe bernedin."

Gerîlaya YJA Starê Cûdî Çekdar êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand.

Cûdî Çekdar anî ziman ku 22 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê wergirtin û got, "Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo şikandina tecrîdkirina Rêber Apo divê em çalakiyên hîn xurtir lidar bixin. Em ê heta dawiyê li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe bidin. Dewleta Tirk sê rojan 150 carî bi çekên kîmyewî êrîş bir ser tunelên şer ên li Şehîd Botan. Di vê demê de hêrsa me ya li hemberî dijmin mezintir bû. Bila dost û dijmin her kes zanibe ku xwediyê van çiyayan gerîla ne. Em ê ti carî dest ji çiyayên xwe bernedin. Ji ber ku ev çiya diyariya Rêberê me ye ji bo me, mîrateya şehîdên me ye, ewlehiya gelê me ye. Dibe ku bi hezaran dagirker hatibin çiyayên me, lê belê ti ji wan wê bi saxî nefilitin. Em ê ti carî nehêlin ku xaka me qirêj bibe."

Gerîlaya YJA Starê Cûdî Çekdar serhildana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî nirxand û got, "Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê demeke serhildana gel heye û demeke dirêj e bûye rojev. Hêz û moralê dide me. Raperînê bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî destpê kir. Weke ku tê zanîn dijmin li çiyayên azad demeke dirêj e çekên kîmyewî bi kar tîne hevalên jin jî piraniya wan ji ber madeyên kîmyewî porê xwe jê dikin. Em ê tola Jîna Emînî û hevrêyên xwe yên jin teqez hilînin."