Gerîlaya hêvî û jiyana azad: Kurdistan Delîl Axîn

"Ji bo bibim hêza bersîvdayîna vê jiyanê, ez ê her tim têkoşîn û hêviya mezin di dilê xwe de mezintir bikim."

Kurdistan Delîl Axîn, bi navê xwe ya rast Gullu Dogan, di sala 1995’an de li Geverê hatiye dinê û di sala 2012’an li Wanê tevlî nav Tevgera Azadiyê dibe. Gerîla Kurdistan di rêwîtiya xwe de, li qadên azad, di nav hevalên xwe de têkoşiyaye. Ango di Herêmên Parastinê yên Medyayê û li gelek cihên din têkoşiyaye.

Gerîla Kurdistan di encama êrîşên hewayî de, di meha Nîsanê de li Garê tevî rêhevalên xwe yê têkoşînê di sala 2019’an de nemir dibe. Gerîla Kurdistan girêdana xwe ya partiyê û sedemên tevlîbûna xwe ya tevgera jinê wisa tîne ser ziman, “Di encama êrîşên dijmin de, bi taybetî êrîşên ku li ser gelê me têne meşandin, min pêwistî dît ku ji bo tola gelê xwe ji dijmin bigirim, ez tevlî nav PKK’ê bûm. Ango em bikaribin bersîva tecrîda li ser Serokê bidin. Em bi hemû hêza xwe ya cewherî li hemberî dijmin bibin xwedî helwest û şerê hebûnê bidin meşandin. ‘’

Gerîla Kurdistan bi hêrsa xwe li hemberî polîtîkayên dijmin, bi taybetî li ser ciwanên Kurd dibêje, “Armanca zexta ku li ser wan tên meşandin, ango armanca şerê di warê derûnî de ev e ku vîn û girêdana wan ya neteweyî dûr bixînin. Tu kes nikare girêdana me ji nirxên heyî dûr bixe. Bi qasî vîna vê jiyanê û girêdana me ji tevgerê re wê teqez bi serkeftin û azadiya Serokatî û gelê me bi encam bibe. ‘’

BI ÇEKA XWE RE BÛBÛ YEK

Gerîla Kurdistan di nava tevgera jina azad de, ji bo têgihîştina xwe ya heqîqetê li ser bîrdoziya Serokatî hûr dibe. Bi hemû hêza xwe ve, di şertên herî zehmet de li çiyayên azad têkoşîna xwe ya rizgarkirinê dide meşandin.

Gerîla Kurdistan ji bo pêkanîna armanca xwe û erka ku dikeve ser milê wê, bi van gotinên xwe ve bi hevalên xwe re parve dike, “Ji bo bibim hêza bersîvdayîna vê jiyanê, ez ê her tim têkoşîn û hêviya mezin di dilê xwe de mezintir bikim. Ji ber ku ev jiyan îfadeya rêhevalên me ya şehid in. Hezkirin û parastina wê wek erka xwe ya yekemîn dibînim.”

Heman demê bi sedemên girêdana xwe ya partiyê re jî wiha bi lêv kiriye, “ Tişta ku li ser min bandor kiriye, bi taybetî di nava vê jiyanê de ew hevaltiya PKK’ ê ye ya ku bi bîrdoziya Serokatî hatiye avakirin. Ango hevalên ku bi min re hevrêtî kirine, ji bo min bûne hêviya herî mezin. Di dilê min de jî cihekî xwe ya bi nirx û wate jî wergirtiye.’’