'Divê xelkê Zagrosê xwedî li berxwedana gerîla derkeve'

Gerîla Zîlan Botan got, "Divê ciwanên Colemêrgî çeka fermandar Serhat Giravî û Ekîn Tilore li erdê nehêlin û biherikin nava refên gerîla."

Gerîlaya YJA-Starê Zîlan Botan ku ji roja destpêkê ve cihê xwe di nava Pêngava Bazên Zagrosê de cihê xwe digire ji ANF'ê re axivî. Zîlan Botan anî ziman ku arteşa Tirk bi rêbazê talankirinê û teknîkê dixwaze qadên wan dagir bike, di encama berxwedana gerîla de ya bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê, heta niha nekariye tiştekî bi dest bixe. Zîlan Botan bal kişand ser girîngiya piştgiriya gel û wiha berdewam kir: "23'ê Nîsanê operasyoneke dagirkirinê ya dijmin li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir. Dijmin dixwaze li Zagrosan her derê bigre. Lê belê hîn jî negihîştiye armancên xwe."

Zîlan Botan destnîşan kir ku berxwedana gerîla berxwedaneke pîroz e û got, "Dijmin bi nûçeyên derewîn propagandayê dike, lê belê tiştek bi dest nexistiye. Em bi xwe dişopînin. Her şevê bi helîkopterên Skorsky hêzên xwe diguherîne. Ev jî tirsa dijmin dide nîşandan.

Hevalên me bi rojan hem li tunelên şer hem jî di qadê bi îradeyek mezin şer dikin. Şert û mercên gerîla û erdnigariya Kurdistan jî diyar in. Lê tevî vê yekê jî berxwedanek pir mezin tê meşandin. Dijmin ne dikare bikeve nava tunelên şer ne jî dikare li qadê bi cih bibe. Wisa bi rehetî nikare tevbigere. Ji bo vê jî giraniyê dide ser teknîkê. Teknîka dijmin ji xwe ji zû ve hatiye pûçkirin. Ev operasyonek pir berfireh e, lê gerîla bi çalakî û sekna xwe pir mezin li ber xwe dide. Bila herkes bizanibe, kesek nikare wisa bi rehetî bikeve nava çiyayên Zagrosê. Nikarin li vir bimînin. Tenê yê ku li vir dijîn dikarin li vir bimînin.

Berxwedana tê kirin bêguman tenê bi Avaşînê ve sînordar nema. Mînak li Zapê berxwedana ku di pêşengtiya heval Melsa, heval Rustem û heval Bawer hatiye nîşandan li hember dijmin şereke pir dijwar hat dayîn. Mirov berxwedana wan hevalan mînak digre û hêzê dide me. Di heman demê de her şehadet hêrsa me li hember dijmin zêdetir dike. Li ku derê êrîşa dijmin heye, li wê derê berxwedan tê mezinkirin. Di heman demê de li nav operasyonê çalakiyên hevalên jin pir diyarker bûn. Gerîlayên YJA-Starê pêşengtiya xwe diyar kirin. Gelek çalakiyên sekvaniyê, çalakiyên êrişê û bi çekên giran ji aliyê hevalên jin ve hatin kirin û ew çalakî serketî bûn."

Zîlan Botan bi bîr xist ku qada Zagrosê bi ser herêma Colemêrgê ve ye û wiha dewam kir, "Bi dîroka xwe kevnar e. Niha dijmin dixwaze li van deran xwe bicih bike û gerîla jî li ber xwe dide. Hevalên me di vê oxirê de her roj xwînê dirijînin, şehîd dikevin. Ji bo vê pêwîste gelê Colemergê bi taybetî gelê Şemzînan, Gever, Çele rabe û nerazîbûnê raber bike. Berê jî wisa bû, dijmin li ku derê êrîş dikir di destpêke de gel radibû û bersiv dida. Dijmin niha dixwaze nerazîbûnên gel bêdeng bike. Pêwîstê gelê me ji wan netirse."

Zîlan Botan bi dewamî got, "Mînak pêşengtiya Serhad Giravî di şerê Zagrosan de pir li pêş bû. Heta dawî fermandarî kir. Ew, hevalekî ji Colemergê bû. Dîsa fermandar Ekîn Tilora bi pêşegtî û zîrektiya xwe dihat naskirin. Pêwîstê ciwanên Colemergê çeka heval Serhad, heval Ekîn li erdê nehelin. Dema xwîn rijiya, pêwîste ciwanên me tola vê xwînê bigre. Her kes pêwîste çeka şehîdekî xwe rabike. Ev mîraseya hevala me ye, mîrasa Kurdistanê ye. Ev êrîş tenê li ser gerîla nîne, li ser gelê Kurd jî êrîş heye. Pêwîste ji her milî ve berxwedan were kirin. Em wek gerîlayên HPG û YJA-Starê jî her tim xwedî vê berxwedanê derbikevin."