Gerîla TV dîmenek nû weşand: Wesayita zirxî ya Kobra hate rûxandin

Gerîla TV dîmenên rûxandina wesayita zirxî ya bi tîpa Kobra ya bi destê hêzên gerîla weşand.

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayan a 11’ê Îlonê li Idirê li dijî wesayîta zirxî weşand.

Dîmenên çalakiyê;

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parve kiribû;

“Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşger a ku li Eyaleta Serhedê hatiye destpêkirin, hêzên me di 11’ê Îlonê de saet di 07.40’an de li dijî wesayîteke zirxî ya Kobra ya li Qada Dîlûcû ya Îdirê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî û leşkerên di wesayitî de temamî îmha bûn”