Gerîla TV dîmenê çalakiya li Barzanê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke din a gerîlayên HPG'ê weşand, ku li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker hate kirin.

Çalakî roja 25'ê Nîsanê saet 10:40'î hatibû kirin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser encama çalakiyê ev agahî dabû:

"Roja 25'ê Nîsanê saet 10:40'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Tepê Xwedê ya li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin xistin û di encamê de 3 çeperên dijmin û çekeke A4 hatin rûxandin. Di çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin."