Gerîla TV dîmenê çalakiya li Avaşînê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayan a 24’ê Gulanê li Tepê Xwedê weşand ku di çalakiyê de 7 leşker hatibûn kuştin û leşkere birîndar bûbû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî parvekiribû;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de, a li Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me roja 24’ê Gulanê saet di 10.30’an ji sê aliyan ve li yekîneyeke artêşa Tirk xistin bin kontrola xwe ên ku ji Geliyê Granayê diçûn Tepê Xwedê. Di vê çalakiyê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin, leşkerek birîndar bû. Divê çalakiyê de hêzên me çûn ser cenazeyên dijmîn û tivingeke MPT-76 desteserkirin. Dema ku helîkopterek hate herêmê, gerîlayan li wê helîkopterê jî dan. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir. Yekîneya me ku çalakî lidarxist bi silametî vegeriyan baregehên xwe.

Di çarçoveya pêngava şoreşgerî de hêzên me roja 23’ê Gulanê saet di 17.30’an de li nêzî Tepê Xwedê yê herêma Avaşînê li dijî leşkerên TC’ê ya dagirker ku bicih bûbûn, çalakiyeke sabotajê li dar xistin. Li vê derê leşkerekî Tirk hate kuştin. Artêşa TC’ê bi helîkoperên Skorsky kuştiyên xwe ji herêmê rakir.”