Gerîla salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê pîroz kir

Gerîlayên HPG û YJA Starê, salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîma leşkerî pîroz kirin. Fermandara YJA Starê Gulçîn Ûmût got, "Li van çiyayan berxwedana li dijî faşîzmê wê dewam bike."

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi bomberdûmanên dijwar jî, 45’an salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê li qada merasîma leşkerî alên PKK, HPG û YJA Starê li ba bûn. Gelek fermandarên HPG û YJA Starê beşdarî merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, bûn. Di merasîmê de yek ji fermandarên YJA Starê Gulçîn Ûmût axivî û diyar kir ku dîroka ku PKK’ê çîrûska wê vêxist yek ji pêvajoyên herî dijwar ên civaka Kurdistanê bû.

Ûmût, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 6 hevrêyên pê re di rojên ku faşîzma Tirk di wê baweriyê de bûn ku tiştek bi navê Kurd, Kurdistan û têkoşîna azadiyê nehiştine, pêngava yekemîn a damezrandina partiyê avêtiye û destnîşan kir ku îro gihiştiye bi milyonan. Ûmût, diyar kir ku gelên cîhanê di qonaxa heyî de li dora vê têkoşînê bûne yek û bal kişand ser şîara civaka wekhev, demokratîk û azad. Ûmût, got, "Eger tê gotin em ji bilî jiyana azad ti jiyanê qebûl nakin, ev bi saya paradîgmaya Rêber Apo ye."

Ûmût, da zanîn ku ew li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ku bi desteka hêzên hegemonîk pêk tînin, bi baweriya siberoja azad li ser xeta berxwedanê têdikoşin û got, “Em bi civakek azad, wekhev û demokratîk bawer dikin. Em îro vê yekê tînin bîra dijminê ku bi propagandaya şerê taybet îddîa dike ku PKK’ê têk biriye û yek kes jî nemaye li ber xwe bide; Têkoşîna li van çiyayan wê bidome, heta ku tenê kesek ku dilê wê ji bo azadiya Kurdistan û Rojhilata Navîn lêxe, wê bidome. Berxwedana li dijî faşîzmê li van çiyayan wê her tim bidome, wê ti carî serî netewîne. Li ser vê bingehê cejna vejînê ya gelê Kurd li hemû hevrêyan û Rêber Apo pîroz be.”

Piştî axaftinê bi dehan gerîla dest bi meşê kirin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî" û "Bijî Partiya Karkerên Kurdistan" berzkirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.