Gerîla: Sala 41’emîn ew ê bibe sala serfirazî û serkeftinê

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya ku di bin kontrola gerîlayan de ye, salvegera 40’emîn a avabûna PKK’ê bi coş hate pîrozkirin.

Salvegera PKK’ê ya 40’emîn a ku di 27’ê Mijdara 1978’an de hatibû avakirin, li çiyayên Kurdistanê bi çalakiyên cihê tê pîrozkirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê di dema pîrozbahiyê de soza serkeftinê dan.

Gerîla Ferzad ê ku di pîrozbahiyê de cih girtibû, diyar kir ku ew ê Cejna Vejînê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li rêhevalên xwe yên ku li çeperan li ber xwe dide û li gelê Kurd pîroz dike. Ferzad got ku, “Em bawer dikin ku em ê sala 41’emîn bikin sala azadiyê. Di vî warî de îddîaya me xurt e. Ez careke din Cejna Vejînê li hemû hevalan pîroz dikim.”

Gerîla Esmer jî diyar dike ku ew jinek e û a niha li çiyayên Kurdistanê ye û ev tişt ji bo wê gelekî watedar e. Esmer got ku, “Li vê derê tevî rêhevalan em avakirina partiya me pîroz dikin, ev hesteke gelekî xweş e mirov nikare tarîf bike. Em dikarin ji bo avakirina PKK’ê re bibêjin ku rastiya jinê ya ku tacîz û tecawiz lê hatiye kirin îro ji nû ve vejiyaye. Li ser vî esasî em cejna hemû gelên bindest pîroz dikin. Em bang li hemû gelê me û ciwanên me dikim ku bibin parçeyekî vê têkoşînê. Jiyan îro li vê derê bi wateya Rêber Apo tê avakirin. Em jî bi hemû daxwazên ji dil avabûna partiya xwe pîroz dikin.”

Gerîlaya bi navê Yildiz jî diyar dike ku ew bi coş û moralekî mezin salvegera avabûna partiyê pîroz dikin û got ku, “Beriya her tiştî ez li Rêbertiya me, li hevrêyên me yên şehîd, li hemû gelên bindest û li hemû hevrêyan pîroz dikim. Ji bo me gelekî watedar e. Moral û heyecanekî nû bi me re çêdike. Em ê heta dawiyê li ser vê rêyê bimeşin. Ez careke din salvegera partiya me PKK'ê li hemû hevrêyên xwe pîroz dikim.”

Gerîla Rêzan jî balê dikişîne ser têkoşîna sala 41’emîn û dibêje, “Ji Zagrosan heta Behra Reş, ez Cejna Vejînê li hemû hevalan pîroz dikim. Ez mîrateya 41 salan a malbatên şehîd û gerîlayan pîroz dikim. Îsal ew ê bibe sala gerîlayên ku bi ser ketine.”