Gerîla Nûda: Kurdistan ji bo me yek e

Nûda ku gerîlayeke ciwan a ji Hezexê ye, li çiyayên Rojhilat li nava refên YRK'ê li dijî mêtingeriya Fars têdikoşe. Dibêje, "Dibe ku dijmin Kurdistan parçe kiribe, lê belê di dilê me de Kurdistan yek e."

Nûda gerîlayeke 22 salî ye. Ji Hezexê ye. Ji malbateke welatparêz e. Xwedî taybetmendiyên welatparêziyê yên eşîra Kiçî ye. Bi dilsoziya bi welat, ax û gelê xwe mezin dibe. Her ku dewlet nas kir, her ku zilm û zordariya dewletê dît, zû mezin bû. Di temenekî ciwan de biryar da ku tevî dotmama xwe Yerîvan tevlî nava refên gerîla bibe. Sala 2013'an bi hev re tevlî bûn. Di dema perwerdeyê de û piştî wê jiyana gerîla parve kirin û bi vî rengî hîn bêhtir bi hev ve hatin girêdan.

Sala 2016'an ji ber êrişeke hewayî ya dewleta Tirk, Yerîvan şehîd dibe. Şehîdbûna dotmama wê, hevala wê, hevrêya wê dike ku hestên tolhildanê pê re mezin bibin. Nûda dibêje, "Dema ku em bi hev re tevlî bûn me sozek dabûn hev; çi dibe bila bibe em ê xiyanetê li vê rêyê nekin û ji hev qut nebin. Şehîdbûna wê yekîtî û hevgirtina me mezintir kir. Ez ê têkoşîna wê bi dilsoziyeke mezintir bidomînim. Ez ê soza ku me dan hev ti carî ji bîr nekim. Bi bîranînên wê dijîm. Ji bo xewn û xeyalên wê bi ser bixînim ez ê bi hemû hêza xwe têbikoşim."

'LI KU ÊRIŞ HEBE EM LI WIR IN'

Nûda destnîşan kir ku ew ji tevlîbûna xwe timî serbilind e, soza xwe ya serketinê timî nû dike. Nûda niha li nava refên YRK'ê li çiyayên Rojhilat e. Wiha dibêje: "Jineke ji Bakurê Kurdistanê me, ji bo li dijî zext û zordariya rejîma Îranê ya li dijî jinê têbikoşim hatim çiyayên Rojhilat. Me timî di televîzyonê de didît. Jin, zarok, ciwanên hatin îdamkirin; zext, zordarî, recm li wan dihate kirin. Nedibû li pêşberî vê bêdeng bimînim. Dixwazim wezîfeya xwe ya welatparêziyê li Rojhilat bi cih bînim. Dibe ku dijmin Kurdistan parçe kiribe, lê belê di dil û mejiyê me de Kurdistan yek e û li ku dibe bila bibe dema ku êriş li dijî gelê Kurd hate kirin, wezîfeya me ya bingehîn e ku li wir şer bikin, li wir têbikoşin. Ez jî dixwazim vê rol, mîsyon û wezîfeya xwe heta dawiyê bi cih bînim. Dixwazim tola dayikên xwe, jinan, zarokan, ciwanan hilînim."

'LI DIJÎ REJÎMÊ TEVLÎ NAVA REFÊN TÊKOŞÎNÊ BIBIN'

Gerîla Nûda vê bangê li ciwanên Rojhilatî dike: "Li şûna ku li ser sînoran bên qetilkirin, bi narkotîkê ve bên girêdan, bi taybetî jin li şûna ku li malê bêîrade bên hiştin, bên bêdengkirin bila berê xwe bidin çiyê. Bi vî rengî mirov dikarin li dijî vê rejîmê têbikoşin."