Gerîla li Xantûrê lê da: Kozikek û mobeseyek hatin îmhakirin
Hêzên gerîla li Girê Şehîd Berxwedan ê li qada Xantûrê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker doh çalakiyek kirin. Di encamê de kozikek û mobeseyek hatin îmhakirin.
Hêzên gerîla li Girê Şehîd Berxwedan ê li qada Xantûrê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker doh çalakiyek kirin. Di encamê de kozikek û mobeseyek hatin îmhakirin.
Gerîlayên HPG û YJA Starê, li Girê Şehîd Berxwedan ê qada Xantûrê yê herêma Heftanînê, doh saet di 15:00 de ji 2 baskan ve li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakî kirin.
Di çalakiyê de ku bi çekên B7 û çekên ferdî hate kirin, kozikek û mobeseyek leşkerên Tirk hatin îmhakirin.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku gelek ji leşkerên Tirk hatine kuştin, lê belê hejmar nehatiye zelalkirin.