Gerîla li Heftanînê lîstikê xira dike

Hêzên şer ên dewleta Tirk ku ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê êriş birine ser Heftanînê, derbên giran dixwin.

Dewleta Tirk ku ji bo gelê Kurd bêstatu bihêle bi rengekî topyekûn êriş dike, ji bo cografyaya Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî dagir bike, ku jê re 'Mîsakî-Mîlî' dibêjin, êrişên giran dibe ser Heftanînê. Hêzên gerîla jî bi berxwedaneke mezin li ber vê êrişê radibin û derbên giran li artêşa Tirk dixin.

Êrişa dagirkeriyê ku artêşa Tirk 16'ê Hezîranê li qada Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûye sedema destpêkirina pêvajoyeke nû, ji bo dewleta Tirk jî gaveke nû ya stratejiya wan e. Lê belê ev êrişa dagirkeriyê li gorî dilê wan bi rê ve naçe. Hêzên dagirker ji kêliya destpêkê ve li berxwedaneke mezin a gerîlayan rast hatin. Derb li helîkopterên wan hate xistin, leşkerên ku ketin herêmê gelek ji wan mirin û li qadê belawela bûn.

BÎLANÇOYA HETA DOH

Derbên ku artêşa Tirk a dagirker heta 16'ê Hezîranê li Heftanînê xwar wiha ne:

* Hejmara çalakiyan: 37

* Hejmara leşkerên Tirk ên hatin kuştin: 90

* Helîkopterên Kobra yên derb xwarin: 6

* Çalakiyên ku encama wan nehatiye zelalkirin: 10

HÊVIYA JI ÊRIŞÊN HEWAYÎ

Hem ev dane hem jî dîmenên ku ji aliyê Gerîla TV ve hatin weşandin, nîşan didin ku artêşa Tirk ji bejahî ve nikare li hemberî gerîla şer bike. Artêşa Tirk ku pişta xwe spartiye êrîşên hewayî, li bara taktîka şer a gerîla, li girên ku 24 saetan têne şopandin jî bi çalakiyên ku gerîla dikin şok dibin.

24 SAETAN BOMBEBARAN

Hema hema her saet bi obûs, balafirên şer, balafirên keşfê yên biçek û bi balafirên bêmirov bombe dikin. Li deverên ku teknîk pir tê xebitandin gelek şewat derdikevin.

GERÎLA LI DERVEYÎ HEFTANÎNÊ JÎ LI DAGIRKERAN DIXE

Gerîla di vê demê de tenê li Heftanînê na, her wiha ji ser xeta Zap-Xakurkê-Çelê heta bi Gever û Botanê çalakiyan dike.

Aliyê Tirk ku bi derewa serketinê civakê dixapîne, bi dîmenên gerîla re û encamên çalakiyan hewceyî pê nabîne ku bibêje jî.