Gerîla li Gîresûn û Bradostê lê da: 4 leşker hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku li herêma Gîresûnê ya Derya Reş û li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê di encama çalakiyên gerîla de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'e diyar kir, artêşa Tirk a dagirker 1'ê Tîrmehê li herêma Ozluce ya navçeya Guce ya Gîresûnê dest bi operasyonê kiriye û ev agahî da: "Hêzên me roja 6'ê Tîrmehê yekîneyeke operasyonê şopand û saet 18'an ji du baskan ve lê dan. Ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Gelek leşker jî ji kozikên xwe reviyan. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê rakir."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 7'ê Tîrmehê saet 09:30'î li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê çalakiyeke sûîqestê hate kirin. Li gorî daxuyaniyê, di çalakiya hêzên gerîla de leşkerekî Tirk hatiye kuştin.