Gerîla li Agirî, Colemêrg û Şirnexê li kontra û leşkeran dan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Agiriyê çalakiyek li dijî komên kontra hate lidarxistin û di çalakiyê de 5 kontra hatin kuştin.

Navendê ragihand, li Şirnexê 2, li Colemêrgê 4 û li Wanê jî leşkerekî Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şerê li Kurdistanê ev agahî da:

LI AGIRIYÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ HÊZÊN KONTRA

"Roja 17'ê Gulanê, hêzên me li herêma Glîdag a navçeya Bazîd a Agiriyê, li dijî komek ji kontrayan çalakiyek pêk anîn. Li dijî vê koma navborî, ku ji bo girtin û ajankirina gel dixebitî, roja 17'ê Gulanê saet di 13:30 de, dema bi sê wesayîtan ji gundê Kulê derdiketin, çalakî hate lidarxistin. Ji cihekî nêz, derb li van wesayîtan hate xistin, di encamê de wesayîtek bi temamî hate rûxandin, 2 wesayîtên derbxwarî jî ji cihê bûyerê reviyan. Di çalakiyê de 5 kontra hatin kuştin, 3 kontra jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê, artêşa TC li herêma derdora gundên Kulê û Demîrkapi derket operasyonê. Operasyon roja 19'ê Gulanê (îro) danê sibehê qediya. Ev çalakî ji aliyê tîma tolhildanê ya Şehîd Canfeda ve, bi wesîleya salvegera şehadeta şehîdê destpêkê yê PKK'ê hevrê Hakî Karer, her wiha ji bo bîranîna hevalên me Bedran Gundikê Remo, Nalîn Mûş û Hêlîn Mûrat ên di êrîşên balafirên şer ên artêşa TC de şehîd bûn, hate lidarxistin.

ÇALAKIYA LI SILOPIYAYÊ

17'ê Gulanê, li hemberî leşkerên li girê Çeper ê li herêma Bespin a navçeya Silopiya ya Şirnexê, hêvên me danê nîvro çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek bi giranî birîndar bû.

LI BESTASYÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

12'ê Gulanê, li Girê Xanê yê li herêma Besta ya Şirnexê, hêzên me li leşkeran dan. Ji nêz ve derb li leşkeran hate xistin û 3 leşker hatin kuştin.

Me beriya niha dabûn xuyakirin, ku roja 14'ê Gulanê di şerê navbera hêzên me û artêşa TC de li herêma Şehîd Resûl a Bestayê, hevalekî me ji refê xwe qut bû bû. Ev hevalê me bi selametî gihîşt baregeha xwe.

3 JENDEMEYÊN TÎMÊN TAYBET LI COLEMÊRGE HATIN KUŞTIN

13'ê Gulanê li ser rêya Colemêrgê, hevalekî me ku ji bo amadekariya çalakiyê bi erka xwe radibû, ji ber qezayê şehîd bû. Piştî vê qezayê, keyayê gundê Goranisê, îxbara vê qezayê li gel dijmin kiriye. Li ser vê yekê artêşa TC li Geliyê Kotranisê dest bi operasyonê kir. Roja 16'ê Gulanê saet di navbera 00:00 - 04:00 de di navbera hêzên me û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de 4 endamên Jendermeyên Tîmên taybet hatin kuştin. Hevalekî me yê bi lehengî şer kir, şehîd bû û hevalekî me ji refê xwe qut bû. Operasyon ji hin aliyan ve li dora gundê Goranis û rêya Colemêrgê dewam dike. Rêya Geliyê Kotranisê jî li trafîkê hatiye girtin.

LI WANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

14'ê Gulanê saet di 19:00 de, hêzên me li ser rêya navçeya Payîzava ya Wanê, li hemberî leşker û kontrayên di nava tevgerê de bûn çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin, 2 kontra jî birîndar bûn. Artêşa TC piştî çalakiyê dest bi operasyonê kir û heman rojê hêzên xwe vekişand.

Roja 17'ê Gulanê, li ser rêya Şamanis a navçeya Payîzava ya Wanê, di navbera hêzên me û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de hevalekî me şehîd bû. Piştî şer artêşa TC dest bi operasyonê kir.

LI GIRÊ KOORDÎNE ÇALAKIYEKE DIN

18'ê Gulanê saet di 12:00 de, hêzên me bi çekên giran li leşkerên li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê dan. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehate zelalkirin.

ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER

18'ê Gulanê saet di navbera 09:00 - 10:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li girê Şehîd Zinar ê herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

17'ê Gulanê saet di navbera 22:00 - 23:00 de balafirên şer bombe li herêma Kato Marînos a Botanê barandin."