Gerîla li Çelê li dijî artêşa Tirk çalakî li dar xist
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku îro piştî nîvro gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên Tirk yên li girê Çepera Şexa ya navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku îro piştî nîvro gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên Tirk yên li girê Çepera Şexa ya navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xistine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî par ve kir.
“Îro saet 15:00’an de gerîlayên HPG’ê li dijî leşkerên li girê Çepera Şêxa yê li herêma Zawîte ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate tespît kirin, piştî çalakiyê artêşa Tirk gundê Ore û Bedehe û heywanên li derdor bombe kiriye. Bomberdûman didome.”