Hêzên gerîla: Ji bo Şengalê em her tim amade ne

Gerîlayên ku 4 salan li Şengalê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer kirin gotin heke erîşek li ser Şengalê çêbibe ew hazir in ku dîsa berevaniyê li Şengalê bikin.

Gerîlayên PKK’ê ku 4 salan li Şengalê têkoşiyan , Şengal azad kirin û bi dest gelê Êzîdî ve hiştin. Gerîlayên HPG’ê ku bi biryara vekişînê têkoşîna xwe li Qadên Parastinê yên Medyayê têkoşîna xwe didomînin di salvegera 4’an a qirkirina Şengalê de ji ANF’ê re axivîn. Piştî ku 3’yê Tebaxa 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê êrîş birin ser Şengalê bi hezaran Êzîdî hatin kuştin, 6 hezar jin û zarok li bazarên koleyan hatin firotin.

Gerîlayên HPG-YJA starê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê 4 salan têkoşiyan û Şengal azad kirin. Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ku piştî 4 salan Şengal azad kirin Şengal radestî gelê Êzîdî kirin û vekişiyan Qadên Parastinê yên Medyayê, gerîlayan gotin çûna wan a Şengalê û vekişîna wan jî bi peyamekê bû.

TENÊ TAXEK DI KONTROLA GERÎLAYAN DE BÛ

Newal Tolhildan, gerîlaya YJA Starê ku 4 salan li Şengalê têkoşiyayî got piştî ku gelê Êzîdî bi qirkirinê re rûbirû bû ew çûne Şengalê û wiha axivî: ‘’Armanca me parastina gel bû. Dema ku em çûne Şengalê çeteyên DAÎŞ’ê serdestî qadê bûn. Ji bo vê jî peywira me ya pêşî şikandina êrîşên DAÎŞ’ê bû.

Jixwe dema ku em nû çûn li navenda Şengalê tenê taxek bi kontrola me bû. Tenê li taxekê şer kirin ne rehet bû. Lê vîna gel û hevrêyên me ji me re bû hêz. 11 mehan li vê taxê me şer kir. Piştî 11 mehan Şengal hate azadkirin.

‘NÊZÎKATIYA CIVAKA ME BANDOREKE MEZIN LI SER ME KIR’

Tolhildan got piştî azadkirina Şengalê li ser biryara vekişînê ew vegeriyana Qadên Parastinê yên Medyayê û got, ‘’Peywira gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ya li Şengalê qediya. Şengalê xweseriya xwe ragihand û yekîneyên YBŞ-YJŞ’ê ava kirin. Gel meclîsên xwe danîn. Dema vekişîna ji Şengalê nêzîkatiya gelê me bandoreke mezin li ser me kir.

Gelê me vekişîna me weke fermaneke dî nirxannd û vê hîseke cuda bi me re çêkir. Gel nedixwest ku em vekişin. Dema ku dayikan em hembêz kirin jî em êşiyan. Bandora 4 salan a di nav gel de derkete holê. Ji ber ku cara pêşî hevalên me nan û ava pêşî dabûne wan. Bi saetan ew li ser pişta xwe

‘LI KÛ DERÊ DAGIRKERÎ HEBE EM Ê LI WIR TÊBIKOŞIN’

2015’an piştî seferberiya bi Şengalê re yek ji wan kesê ku li Başûrê Kurdistanê, Kelar a Kerkûkê bi hawara Êzîdiyan ve çûyî û niha gerîlayê HPG’ê ye, Aso Kelar e.. Kelar ku li kozikên pêş ên Şengalê cih girtî got, ‘’Li Şengalê şerekî giran û domdirêj hate jiyîn. Piştî ku Şengal hate azadkirin gelek rûdan çêBûn. Hem gelê me û hem jî hêzên parastinê rêxistiniya wan hate kirin. Me jî heta dawiyê destek da. Peywira me qediya û em vekişiyan. Lê ji bo Şengalê em her dem hazir in.’’

Kelar got civakê qebûl nedikir ku ew ji Şengalê derkevin, li ber konvoyê sekinîne û vê jî moralek daye wan. Aso Kelar got ew li çiyayan li ber xwe didin û got li kûderê dagirkerî û êrîş hebin ew ê li wir bin.

DI BIRYARA VEKIŞÎNÊ DE DILSOZIYA GEL EŞKERE BÛ

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Êrîş jî bi bîr xist ku 3'ê Tebaxa 2014'an her kes ji Şengalê derdiket, lê gerîlayên PKK'ê berê xwe dan Şengalê û got, "Li Şengalê demeke gelekî zehmet hebû, hem ji aliyê gel hem jî ji aliyê gerîla ve. Gerîla cara yekê ji çiyê daket û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir. Civaka Êzidî jî ku gelek caran komkujî lê hate kirin, careke din ferman lê rabû. Vê yekê rê li ber gelek zor û zehmetiyan vekir. Gelê me di destpêkê de em weke hêzên din didît. Dilsoziya bi gel re ne karekî hêsan bû. Ev dilsozî bi biryara vekişînê ya partiya me re hîn bi zelalî eşkere bû."

Êrîş bal kişand ser merasîma vekişîna gerîla ku bi beşdariya gerîlayên PKK'ê û gelê Şengalê pêk hat û got, "Di dema vekişînê de hestên cuda bi min re peyda bûn. Sedema wê yekê jî xewn û xeyalên hevrêyên me yên li wir şehîd bûn. Bi biryara vekişînê re em li warê xwe, li çiyayên xwe vegeriyan. Em niha li çiyayên xwe ne." Êrîş herî dawî destnîşan kir ku ew li dijî êrîşeke gengaz a li ser Şengalê amade ne.

YEKANE ARMANCA PKK'Ê PARASTINA GEL E

Gerîlayê HPG'ê Ronî Mêrdîn ku bi komkujiya Şengalê re berê xwe da Şengalê û 3 salan li wê derê têkoşiya, li ser armanca çûyina xwe got, "Me dixwest pêşî li komkujiya li civaka Êzidî tê kirin bigirin. Ev yek bi perspektîfa Rêberê me pêk hat." Mêrdîn bi dewamî got, "Parastina civaka Êzidî tê wateya parastina koka Kurdan. Hebûna gerîlayên HPG û YJA Starê li Şengalê û şikandina DAÎŞ'ê li Şengalê ev yek ji tevahiya cîhanê re ispat kir; yekane armanc û wezîfeya gerîlayên PKK'ê parastina gel e."

Mêrdîn bi bîr xist ku bi biryara vekişînê re ew li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriyane û got, "Tu diçe cihekî ku komkujî lê bûye. Tu gel rizar dike, jiyanê ji nû ve şîn dike û radestî gel dike. Ev yek helwesteke bêhempa ye ku li devereke din a cîhanê nayê dîtin."