Gerîla: Em ê bi ruhê 15'ê Tebaxê bi ser bikevin

Gerîlayên HPG û YJA Starê, di salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de gotin, 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye destpêka hêviyeke nû.

Gerîlayên li Şemzînanê di çeperên berxwedanê de ne, hest û nêrîna xwe ya li ser Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an ji ANF'ê re vegotin.

'15'Ê TEBAXÊ BÛ HÊVÎ JI GELÊN ROJHILATA NAVÎN RE'

Akîf Arîn bibîr xist, ku ew dikevin sala 34'an a Pêngava 15'ê Tebaxê û anî ziman, ku ev roja hem ji bo gelê Kurd hem jî ji bo gelên bindest tê wateya ji nû ve vejînê, li Rojhilata Navîn rê li ber gelek pêşketinan vekiriye.

Arîn got, "Pêngava Dihê-Şemzînanê ku di şexsê hevalê Egîd de hate destpêkirin, gelekî bi wate ye. Beriya pêngavê, dewleta Tirk a faşîst digot, ku wan gelên Tirkiyeyê îmha kiriye, berxwedana wan qedandiye û gelê Kurd jî spartiye axê. Fîşeka destpêkê ya ji aliyê hevalê Egîd ve hate teqandin, gelê Kurd ji xewam irinê hişyar kir û nîşanî dewleta Tirk a faîst û hêzên mêtinger da ku gelê Kurd li ser piyan e. Û fîşeka destpêkê ya hevalê Egîd heta roja îro her gavê mezin bûye û veguheriye hêviya gelên Rojhilata Navîn. Bû wesîle ku li Rojhilata Navîn aştî, demokrasî û jiyana hevpar bê avakirin. Em li ser şopa fermandarê me yê mezin hevalê Egîd, li xeta Şemzînanê bi heman ruhî dijîn. Û bi vÎ ruhî em li dijî artêşa Tirk a dagirker têdikoşin. Di vê salê de jî ev ruh wê bi ser bikeve."

Arîn di dawiya axaftina xwe de cejna vejînê 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd, şehîdan û gelê Kurd pîroz kir.

'ÎRO CEJNA VEJÎNÊ YA GELÊ KURD E'

Dîlan Elba bi bîr xist, ku her sal îro weke cejnekê ji aliyê gelê Kurd ve tê pîrozkirin û got, "Ji bo bîranîna vê rojê her sal çalakî tên lidarxistin. Ji bo gelê Kurd wateya vê mezin e. Bi taybetî dema qala hevalê Egîd tê kirin, gelê Kurd wî weke fermandarekî efsanewî bi bîr tîne. Ji xwe şervanên nû yên tevlî PKK'ê dibin jî navê hevalê Egîd radikin. Dixwazin mîna hevalê Egîd pêşengiyê û xizmetê ji gelê xwe re bikin.

15'ê Tebaxê ji bo me û tevahiya gelê Kurd cejna vejînê ye. Em jî bi çalakiyan dest bi rojeke bi vî rengî dikin. Em bi vî ruhî li Şemzînanê di çeperan de cih digirin. Ji bo min bi wateye ku li cihê fîşeka yekemîn lê teqiya ye."

'EV PÊNGAV FÎŞEKA LI EMPERYALÎZMÊ HATIYE XISTINE'

Fedakar Wan bal kişand ser girîngî û wateya dîrokî ya 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û gelên Kurdistanê û got, "Fîşeka destpêkê ya li mêtingerî û emperyalîzmê hatiye xistin e. Fîşeka bi pêşengiya hevalê Egîd hate teqandin, têkoşîneke bê navber a 40 salî bi xwe re anî. Îro li xeta Şemzînanê û li hemû qadên gerîla, li ser şopa heval Egîd têkoşîn tê dayin. Û ev ruh roj bi roj mezin dibe. Vî ruhî di heman demê de ruhekî fedayî jî bi xwe re anî. Heta niha bi vî ruhî têkoşîn hate dayin û wê ji niha û pê ve jî bi heman rengî be. Heta ku emperyalîzm û mêtingerî tine bibe û bê têkbirin. Heta ku gelê Kurd, gelên Kurdistanî û hemû gelên Rojhilata Navîn bi awayekî azad bijîn, wê ev têkoşîn mezin bibe." Wan destnîşan kir, ku wê li ser şopa Egîd, Zîlan û Bêrîtanan her tim têbikoşin.

ME BI VÎ RUHÎ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê TÊK BIR

Wan anî ziman, ku PKK'ê bi taybetî di salên dawî de li dijî çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke bê eman meşand, faşîzma DAIŞ'ê û AKP-MHP'ê têk bir û got, "Gerîlayên PKK'ê îro bi heman ruhî li dijî her şêwe faşîzmê û emperyalîzmê şer dikin. Û ev ruh wê faşîzmê têk bibe."

'15'Ê TEBAXÊ ROJA JINÛVE DESTPÊKIRINA JIYANÊ YE'

Solîn Elbax jî got, "Em di salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê de ne. Ji fîşeka destpêkê û vir ve têkoşîna me bê navber dewam dike. Û bi vî ruhî li her derê berxwedan heye. 15'ê Tebaxê ji bo me rojeke gelekî bi wate ye. Ji bo me roja jinûve destpêkirina jiyanê ye. Lewma rojeke pîroz e, roja jinûve vejînê ye ji bo gelê Kurd. Û têkoşîna me bi vî ruhî bi ser dikeve. Em careke din bi wesîleya salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê cejna vejînê li Rêber Apo, şehîdan û gelê xwe pîroz dikin. Di şexsê hevalê Egîd de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin."