Gerîla Canfeda: Min hevrêtî û azadiya jinan nas kir

Gerîla Destîna Canfeda Gever diyar dike ku di nav jiyana gerîla de wê azadiya jinan, hevrêtî û jiyaneke li derveyî ya xweperestiyê nas kiriye.

Gerîla Destîna Canfeda Gever a di şerê giran ê Rojava de di sala 2014’an de tevlî nav refên YRK’ê bûbû, derbarê tevlîbûna xwe ya nav refên gerîlayan û jiyana gerîlatiyê axivî. Canfeda Gever diyar dike ku dema Arîn Mîrxan çalakiyeke fedaî li dar xist, ew di wan deman de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Destîna Gever got ku “Di wan deman de berxwedan û şehadetên mezin hebû. Ji xeynî wê jî li Kurdistanê li ser jinan zextên mezin hebû û keda jinan nedihat dîtinin. Ji ber vê jî nakokiyên min çêdibû, nedibû ku ez çavê xwe ji van tiştan re bigirim. Ji ber vê jî ez tevlî nav refan bûm.”

Destîna Canfeda Gever diyar kir ku ew tevî hevala xwe ya zaroktiyê tevlî nav refên gerîlayan bûye û got “Dema min biryar da, min nexwest ez bi tenê tevlî nav refan bibim. Min dizanibû ku piştgiriya herî mezin ez bidim hevala xwe ya zaroktiyê ev bû ku, ez bi wê re tevlî nav gerîlayan bibim. Min jê re qala vî tiştî kir. Wê jî yekser diyar kir ku ew dixwaze tevlî nav refên gerîlayan bibe û em bi hev re tevlî nav refan bûn.”

‘BERXWEDANA ZINDANÊ BANDOREKE MEZIN LI MIN KIR’

Gever diyar kir ku piştî tevlîbûnê wê tevgera Rêbertî ji nêz ve nas kiriye û got ku “Min ji nêz ve dît ku şer çi ye, divê mirov çawa şer bike, feraseta mêrserweriyê ya li ser jinan, azadbûna jinan divê çawa be. Di nav tevgera Rêbertî de gelek berxwedan çêbûye. Lê berxwedana li zindanan bandoreke mezin li ser min kiriye. Berxwedana şehîd Sara ya li zindanê gelekî bala min dikişand.

Di nav tevgera Rêbertî de rêhevaltiyeke mezin heye. Di nav pergalê de tu jin û mêr nikarin rêhevaltiyeke wisa bikin. Di nav pergalê de kesperestî, maddîyat li pêş e lê di nav tevgerê de mirov dikare ji bo rêhevalên xwe canê xwe bide. Van tiştan bandoreke mezin li ser min kir. Min xwest ez tevlî nav refên YRK’ê bibim. Çanda Rojhilat bala min dikêşa. Min dixwest li dijî zextên rejîma Îranê ya li ser jinan şer bikim. Dema min gerîlayên YRK’ê nas kir, min xwest ez tevlî nav wan bibim.”

BANGA LI CIWANAN: TEVLÎ NAV VÊ JIYANÊ BIBIN

Gerîla Destîna Canfeda Gever bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir ku divê tevlî nav refên gerîlayan bibin û got ku “Ez çiqasî qala jiyana li vê derê bikim jî wê têr neke. Divê mirov were bibîne. Ez dixwazim ciwan tevlî nav tevgera Rêbertî bibin. Divê mirov bibîne, encax wisa dikare were fêmkirin.”