Gerîla bi çekên giran li dagirkeran xistin

Tîmên bi tevger ên gerîla li qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi çekên giran li leşkerên dewleta Tirk a dagirker xistin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

10'ê Çileyê saet di 16:35'an de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

10'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê saet di 15:30'î de carekê bi bombeyên qedexekirî û ji saet 09:00 heta nîvê şevê 11 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

10'ê Çileyê derdora Gundê Julya, Dola Şerane û qada Xêrê yên Garê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."