Gerîla Şiyar Ebdî: Bi ruhê avakirina PKK'ê em ber bi serketinê ve diçin

Gerîlayê HPG'ê Şiyar Ebdî destnîşan kir ku ew bi ruhê avakirina PKK'ê li Heftanîn, Avaşîn, Xakurkê, Metîna li tevahiya çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê şer dikin û ber bi serketinê ve diçin.

Gerîlayê HPG'ê Şiyar Ebdî bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê axivî.

Gerîla Şiyar Ebdî salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd, têkoşeran, gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz kir.

Gerîla Şiyar Ebdî ev peyam da:

"Rêber Apo li gel hevalên xwe bi vê tevgerê re jiyaneke nû da gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Gel ji rojeke reş, ji rojeke tarî rabû ser piyan.

Tevgera me PKK niha li tevahiya cîhanê deng vedaye. Felsefe û fikrên Rêber Apo ji Kurdistanê belavî tevahiya cîhanê bû. Bi hezaran, bi milyonan mirov êdî baweriya xwe bi tevgera PKK'ê anî ku wan ji bindestiyê rizgar bike. Ne tenê gelê Kurdistanê, tevahiya gelên bidest ji zordariyê rizgar dike. Em niha di wê pêvajoyê de ne ku tevahiya gelan ji bindestiyê rizgar bikin.

Li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat gel ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd rabûye ser piyan. Azadiya Rêbertî azadiya tevahiya Kurdistanê ye.

Niha bi ruhê avakirina PKK'ê li Heftanînê, Avaşîn, Xakurkê, Metîna tevahiya çiyayên Kurdistanê gerîla li dijî dagirkeriyê şer dikin. Em ber bi serketinê ve diçin.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê fedayiyên Rêber Apo ne.

Li dijî dagirkeriyê em ê heta dawiyê şer bikin."