Gerîla: 4'ê Nîsanê vejîna gelê Kurd e
Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, "4'ê Nîsanê vejîna gelê Kurd û hemû gelên bindest ên cîhanê ye. Divê sala 2016'an bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana xweser."
Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, "4'ê Nîsanê vejîna gelê Kurd û hemû gelên bindest ên cîhanê ye. Divê sala 2016'an bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana xweser."
Gerîlayên HPG û YJA Starê wate û girîngiya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji ANF'ê re nirxandin û gotin, "4'ê Nîsanê vejîna gelê Kurd û hemû gelên bindest ên cîhanê ye. Divê sala 2016'an bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana xweser."
"SEROKATÎ GELÊ KURD JI XEWA MIRINÊ RAKIR"
HELWEST PARTÎZAN: Di destpêkê de rojbûna Serokatî ango Çarê Nîsanê li gelê Kurdistanê yên welatparêz û li gelên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Roja jidayikbûna Serokatî ji bo gelê Kurd roja vejînê ye. Ji ber ku beriya jidayikbûna Serokatî gelê Kurd di xewa mirinê de bû. Em ji dîrokê digihên vê encamê. Dema mirov bala xwe dide bîst û heşt serhildanên Kurdan, mixabin tê dîtin ku negihaştine serketinê. Ji ber vê jî, bi dayikbûna Serokatî ve rêxistina me ji hemû serhildanên heyî dewlemendtir e. Sedema vê dewlemendiyê ya bingehîn jî Serokatî bi xwe ye. Ji ber ku Serokatî dîrok baş xwend û şîrove kir. Sedema binketina serhildanên me Kurdan şîrove kir û xwe gihand encamên serketinê. Hebûna rêxistina me ya bi hêz jî berhema Serokatî bi xwe ye.
"JIDAYIKBÛNA SEROKATÎ DEWAMA VÊ DÎROKA ZÊRÎN E"
Jidayikbûna Serokatî ji bo hemû gelên bindest û yên Rojhilata Navîn wek rojeke jinûve hilhatî ye. Ev roj wan ewrên tarî û îmhaker ên li ser gelên bindest belav kir û ji bo azadiya gelan bû hêviyeke jiyanî. Serokatî li Rihayê ji dayik bûye. Bi tenê ev bi xwe jî xwedî wateyeke girîng e. Wek tê zanîn di dîrokê de gelek pêxember û mirovên qedirgiran ji vî bajarî belavî cîhanê bûne. Mirov dikare bêje ku jidayikbûna Serokatî ya li bajarê Rihayê tê wateya meşandina vê dîroka zêrîn.
"JI BO AZADIYA SEROKATÎ ÇI PÊWÎST BE EM Ê BIKIN"
Ev nêzî salek e, ti agahiya me ji Serokatiya me nîne. Li hemberî vê rewşa neyînî, em wek gerîlayên Kurdistanê vê rewşê ji xwe re napejirîn û bi hêrs û xezebeke mezin erkên pêvajoyê em ê hilgirin li ser milên xwe. Gerîla, ji bo azadiya Rêbertî û şoreşa Kurdistanê çi pêwîst bike wê pêk bîne û ji bo vê pêk bîne jî ji her demê bêhtir amade ye. Her wiha têkoşîna me wê weke salên borî nebe. Pêvajo dide xuyakirin ku şerê me yê li hemberî desthilatdariyan wê qat bi qat mezin bibe. Em gerîlayên Kurdistanê ji her demê bêhtir ji pêvajoyê re amade ne. Heta ku em Serok APO û Kurdistanê azad nekin wê têkoşîna me her bidome.
Herî dawî jî em wek gerîlayên Kurdistanê dibêjin sala 2016’an wê bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana xweser. Bi vê minasebetê em cardin Çarê Nîsanê li gelê Kurd, li hemû girtiyên azad ên zindanê, li gerîlayên di xeta Serokatî de dimeşin û li hemû gelên bindest ên cîhanê pîroz dikin.
"SEROKATÎ NÛNERÊ AZADIYA GELAN E"
ZÎLAN GABAR: Dema cara yekemîn min rojbûna Serokatî pîroz kir, di hiş û mejiyê min de kûrbûnekê rû da. Ji bo çi bi mîlyonan mirov vê rojê bi coş û peroşiyê pîroz dikin? Wê demê, li gundê Amara min di çavê welatparêzan de evînekê ji dil diherikî dît. Ev evîna Serokatî bû. Evîna gelan a li hemberî Serokatî bû. Ev yek di mirovan de lêhûrbûnê dide avakirin. Di encamê de mirov fêm dike ku Serokatî ne mirovekî ji rêzê ye. Mirov bi hêsanî dikare bêje ku; Serokatî nûnerê azadiya gelan e. Ew hêvî, azadî û xeyalê gelan ên hatine tapisandin e.
Bi Çarê Nîsanê ango rojbûna Serokatî re mirovahî hat avakirin. Em vê rojê wisa digirin dest. Ev roj ji bo gelan kefxweşî, berxwedan û têkoşîn e. Her wiha jiyana azad û rast e. Ji bo xwe dikarim bêjim ku hebûn û jidayikbûna min ji vê rojê destpê dike. Em vê rojê wekî vejîna jinê jî digrin dest. Gerek her kesî bêhtir jin bo azadiya Serokatî bikevin nava lêgerîn û têkoşînê de. Ji ber ku Serokatî, jinê weke nirx û baweriya herî mezin girtiye dest. Di dîrokê de her kesî jinê bo berjewendiyên xwe bi kar aniye. Lê Serokatî ev yek berevajî kir û jinê bi jinê daye naskirin.
"BÎST Û ÇAR SAETAN BI SEROKATIYA XWE RE BIJÎN"
Serokatî bi destê jina ku bi hezar salan hatiye perçiqandin girtiye û rakiriye asta herî jor. Astengiyên li pêş jinê ji holê rakiriye, xweza û bedewiya jinê ji cîhanê re daye nîşandan. Ji aliyê Serokatî ve hezkirineke pir mezin a li hemberî jinê heye. Ji ber vê yekê jin jî bi Serokê xwe ve girêdayî ne. Divê hemû jinên azadîxwaz xwedî li vê kedê derkeve û têkoşînê bilind bike. Ku çawa Serokatî deriyê azadiyê li jinê vekir, divê jin jî Serokatî azad bikin. Divê hemû jinên şoreşger vê tecrîda heyî ya li ser Serokatî ji xwe re qebûl nekin û divê bîst û çar saetan bi Serokatiya xwe re bijîn. Bi vê bîr û baweriyê, em dibêjin sala 2016'an wê bibe azadiya Serokatî, jinê û hemû mirovahiyê.
"4'Ê NÎSANÊ BÛYER ROJA XWE JI NÛ VE AVAKIRINÊ YA GELÊ KURD"
ZERDEŞT GEVER: Di serî de em Çarê Nîsanê, rojbûna Rêbertî li hemû cîhanê û bi taybetî jî li gelê Kurd pîroz dikin. Ev roj ji bo me wate û girîngiya xwe heye. Bi saya vê rojê di nav gelê Kurd de hişyarbûnek çêbû. Bêdengiya mirinê ya li dijî faşîzmê bi vê jidayikbûnê re ji holê rabû. Ji bo gelê Kurd, rojeke ku xwe ji nû ve avakirinê bû. Her wiha jiyaneke nû destpê kir. Serokatî hêj di zarokatiya xwe de jiyana heyî napejirîne û di temenê xwe yê biçûk de dest bi têkoşîna jiyana azad kir. Têkoşîna Rêbertî ya li hemberî malbat û zarokên taxê dide diyarkirin ku, ev têkoşîn her biçe wê kûrtir û mezintir bibe. Rêbertiya me bi tespîta; 'li ser vê axa qedîm xiyanet, zilm û bindestî tê jiyîn' re rastiya Kurdistanê ya wê demê bi vê hevokê anî ziman. Rêbertî ev zilm û bindestiyê ji xwe re qebûl nake û bo jiyaneke nû têdikoşe. Ev jiyana nû ji bo me Kurdan tê wateya vegera rastiya xwe û xwedî derketina li cewherê xwe ye. Tê zanîn ku di serhildana Agiriyê de dagirkeran digot; 'Xeyala Kurdistanê li vê derê meftûn e.' Lê bi dayikbûnê re ev rewş û îdîaya dagirkeran ji holê rabû û Rêbertî bi gotinên wek; 'Kurd hene û divê Kurd li nasnameya xwe xwedî derbikevin' ve li hemberî hemû deshilatan serî rakir.
"TÊKOŞÎNA YEK KESÎ BELAVÎ NAVA MÎLYONAN BÛ"
Ev têkoşîna ku Rêbertî bi tena xwe destpêkirî, niha belavî nava mîlyonan bûye. Her wiha bi saya hevrêyên weke Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr û Mazlûman ev têkoşîn mezintir bû. Îro ev têkoşîn di pêşengiya Pakîze, Sêvê û Mehmet Tunç’an de li bajarên Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û her wiha li hemû çiyayên Kurdistanê belav bûye û çavên cîhanê li vê têkoşînê ye. Di heman demê de ev têkoşîn bûye hêviya hemû gelên bindest. Bi gotinên Ehmedê Xanî yên ku beriya sedsalan anîbû ziman 'Bila rêber û qehremanekî me jî derketibaya û şûrê xwe li dilê zilmkaran bidana û bigotana, em jî hene û hêza me jî heye'. Îro ev gotinên zêrîn pêk hatine û Kurd ji her demê bêhtir bihêz in. Bi têkoşîna ku Rêber APO daye destpêkirin ve, îro Kurd şûrê azadiyê li ser serê dagirkeran dihejînin. Û ev têkoşîn ji hemû gelên bindest ên cîhanê re pêşengtiyê dike.
Wek encam em Çarê Nîsanê destpêkê li Serokatî, hemû şehîdên şoreşê, gelê Kurd û gerîlayên azadiyê re pîroz dikin. Bi hêza ku me ji şehîdên xwe yên egîd girtî em ê têkoşîna xwe dewam bikin û em dixwazin sala 2016'an bikin sala Rêbertiya azad û Kurdistana xweser.
"4'Ê NÎSANÊ JI MIROVAHIYÊ RE ROJA BERXWEDANÊ YE"
NEWAL MÊRDÎN: Çarê Nîsanê roja pîroz em di serî de li Serokatî, şehîdan û tevahî gelan pîroz dikin. Di roja me ya îro de ev roj, li çiya û li bajaran bi çoş û peroşmendiyeke mezin tê pîroz kirin. Ev roj ne tenê rojbûna mirovekî ye. Ev roj li Kurdistan û Rojhilata Navîn avakirina jiyaneke nû ye. Bi vê rojê re hem ji bo gelê Kurd hem jî bo tevahî gelan jiyanek nû hatiye avakirin. Ji dayikbûna Serokatî û heya roja me ya îro berxwedaneke bêhempa hatiye meşandin. Çarê Nîsanê ji mirovahiyê re roja berxwedanê ye. Hebûna Serokatî ji bo gelê Kurd tê wateya xwenasînê. Ev roja pîroz, ji bo jinê jî tê wateya lêgerîna azadî û jiyaneke nû. Ez wekî jineke mîlîtana Serokatî, dilsoziya min pir mezin e. Serokatî deriyê jiyaneke nû ya azad ji jinê re vekir. Meşa me ya ber bi azadiyê ve, bingeha xwe ji têkoşîna Serokatî ya der barê jinê digire. Wek milîtanên Serokatî divê em li vê têkoşînê xwedî derbikevin û bilind bikin. Rêya vê jî di têkoşîneke xurt de derbas dibe.
Serokatî nirxekî pir mezin dide jinê. Ji ber ku hêv,ya wî ya ji bo jinê pir mezin e. Serokatî dibêje; 'bila jin ji min gulê nexwaze, bila ji min azadiyê bixwaze.' Divê jin di berxwedana îro tê dayîn de, serkêşiyê bike. Erka jinê ya îro pir mezin û girîng e. Ji ber ku azadiya jinê tê wateya azadiya civakê.
"EV SAL WÊ BIBE SALA RÊBERTIYA AZAD"
Em di vê baweriyê de ne ku, sala 2016'an wê bibe azadiya Serokatî û azadiya gelan. Em bi fikir û ramanên xwe re bi Serokatî re ne. Ji ber ku ya me ber bi van fikir û ramanan ve aniye Serokatî bi xwe ye. Dema em dibêjin azadiya Serokatî em dibêjin azadiya jinê û azadiya tevahî gelên cîhanê. Em ê Serokatî li navenda Amedê peşwazî bikin. Ev bihar wê bibe bihara gerîla û bi vê biharê re gerîla wê ji hemû gelan re azadiyê bîne. Her wiha di milê şer û jiyanê de ev sal wê bibe sala Rêbertiya azad û Kurdistana xweser.