'Ger ku şehadeteke me hebe bila li ser axa me ya pîroz be'

Ji bo min careke din çûyîna Wanê yê pir cuda ye. Ji ber ez ê biçim cihê ku heval lê şehîd ketine û ez ê destê xwe bidim xwîna wan a ku li ser axa Wanê rijiyaye.

Barana biharê li her derê xwe serwer kiribû, me jî xwe di bin barana biharê de bi meşeke dirêj ketin rê. Ji bo erkek me berê xwe dabû çiyayên azad nava gerîlayên azadiyê. Ji ber me cih ne dizanî du gerîla hatin pêşiya me. Lê gava min wan dît, weke ku li hember baranê meydan dixwarin, ewqasî şîdyayî, zindî û bi rûken bûn. Xwe li me dan naskirin û çenteyên me ji me girtin. Bi henegî ji me re gotin; “Wele cihê me gelek dure, hûnê bikaribin ewqasî rê bimeşîn?” Min û hevala xwe li hev meyzand û me pirsê wan bersivand; “Em çi bikin, ji bo kar û xebatên xwe em neçarin werin.” Bi gotinên me re her du gerîla bi rûkenî me meyzandin. Barana biharê jî şahidiya wê kêliyên bi wate û dîrokî dikirin. Di rê de gelek pirsên me ji her du gerîlayan çêdibû, ew jî bi awayekî rûken pirsên me dibersivandin. Bi vî awayî em gihiştin cihê xwe. Tevahî gerîla ji bo xêrhatina me hatin gel me, rewşa me pirskirin. Birastî jî di nava me de hewayek gelek germ hate avakirin. Ev jî bandorek gelek mezin li ser min da çêkirin.



XWE DI NAVA SOHBETÊN GERM DE DÎTIN…

Hema roja din şûnde, me bi dest karê xwe kir. Xebatê ku me danîbû pêşiya xwe gelek baş derbas dibû. Gava me karê xwe dikir, di jêra me de dengê komek gerîla dihat. Bala me li ser wê komê gerîla ma bû, çawa ku me karê xwe xilas kir, hema yekser me berê xwe da wê koma gerîla. Gava me nêz bûn me dît ku di nava wan de sohbetek gelek germ hatiye avakirin. Di nava wê komê gerîla de gerîlayekî bi navê Rûbar Colemêrg ji hevalên xwe re qala bîranînên xwe dikir. Hevalên wî bi awayekê gelek baldarî lê guhdarî dikirin. Ji xwe zimanê gerîla Rûbar jî gelek xweş bû, qiseyên wî mirovan dikşand nava bîranînên xwe. Bîranînên wî jî gava li herêmên Kato, Fereşîn gerîlatiyê dike behsa xweşî û dildariya xwe ya ji bo wan deran dikir. Gerîla Rûbar bi xwe fermandarê wê yekîneyê bû, lê di nava wan de rêhevaltiyek gelek xweş, hêja û rêzdarî hatibû avakirin. Gava qala wan herêman dikir hema bêje mirov di got qey em niha li wir bi hev re dijîn, ewqasî xweş pênase dikir. Em jî bûn mêvanên bîranînên wî, ne tenê mêvan heman di demê de me xwest em vê bîranînên wê yên hêja bi were jî parve bikin. Belê bi yekser em gotinên gerîla Rûbar bi were parve dikin.

‘ÇIQAS DILÊ FERAŞÎNÊ LÊ BIDE, WAN EWQAS HEYE’

“Mirov dema ji tiştekî pir hez dike û dema dixwaze wê tiştê an wî cihî pênase bike tişta ku penase dike weke organîzmeyeke zindî digre dest û dema ew cIh bi dilê te re dibe yek wê demê vegotinkirina wî cihî pir cuda dibe. dema ev gotin bilev dikir mirov v xwe dinava deryayek ji wan cihên ku bi dilê min re bûye yek eyaleta Wanê ye. Birastî jî di dilê min de xwe bi rengên cûrbicûr bi cih kir û yek ji wan rengên ku di kûrahiya dilê min de xwedî wateyeke pir cudaye. Hevrêyên ku em bi salan li wê herêmê bi hev re man û piştra gihiştin merteba şehadetê ye. Li ser axa wê ya pîroz bi destê xwe pir hevrêyên xwe yên hêja min spart axa wê û min bedenê hevalên xwe radestî pîrozbûna wir kir. Ji bo min careke din çûndina Wanê yê pir cuda ye, ji ber ez ê biçim cihê ku heval lê şehîd ketine û ez ê destê xwe bidim xwîna wan ya ku li ser axa Wanê rijiyaye. Ew ji bo min manewiyateke pir cuda ye û derfetek pir mezine, yê ku min li ser lingan digire ew e. Eyaleta Wanê di nav xaka Kurdistanê de xwedî cihekî cuda ye. Ji ber vê sedemê her tim ji bo hevrêyan bûye yek ji wan warên pîroz. Erdnigariya Wanê pir dewlemend e. Zozanên wê yên fireh, daristanên wê yên six û şikêrên wê yên bilind hene. Ji ber fersendên wê yên zêde di Wanê de her gerîlayek dikare gêrîlatî bike. Feraşîn navenda eyaleta Wanê ye. Ango mirov dikare ji Feraşînê re bêje dilê Wanê ye. Çiqas dilê Wanê ango Feraşîn lê bide Wan ewqas heye. Kato dibe çavên Wanê, bi heybeta xwe dibêje ez endamim, ez eniya Wanê me. Destê wê Elbak (Başkale) e. Destekî wê heta Rojhilat Kelareş dirêj dibe û destê wî yê din jî digihije Xerzanê. Min rojeke xwe sex da ji bo ku hêjmara kaniyên Feraşînê fêr bibim. Ez siharê zû derketim û li kaniyan geriyam, di navbera her 10 an 20 deqan de min kaniyek didît. Bi giştî ez gihiştim 24 kaniyan. Kaniyên wê ji keviyê gopala Berê Reş destpê dike, silsîle silsîle ber binya Çiyayê Reşkê ve diçe û ji Leyîzoka biçûk heta Leyîzoka mezin tê Kela Beşgê, ji wir di dome heya liwînê diçe. Ew kanî wisa diherikin, xwe berdidin nav dilê deşta Feraşînê û weke marekî bi tevgerîna çep û rast ji nav dilê Feraşînê xwe ber bi Elkê ve diherikîn e. Berfa wê ya ku heta biharê nahelê dema tav lê dide ew berf dilop dilop dihelê û diherike nava axê. Feraşîn jî xwe wîsa berdide nav dilê me. Milê Feraşînê yê dîtir jî bi giştî zozan in, hînek qontar hene di navbera Çaylanê û Feraşînê de ne. Dema koçer pezê xwe ji bo çêrînê derdixin bi kerwan kerwan ber bi Elbakê ve diçin. Wê demê tu dibêje ku tu di bihûştê de yî. Dengê pez û mirovan li deştê belav dibe. Di nav keviyên berfê de ava ku bi hatina biharê xwe radestî tavê kiriye diherike. Hin bêrî di nav şînkahiya wê de diçin û tên, wesayeta xwe berdidin nav Feraşînê. Wê demê mirov dibêje qey wêneyek ji bihûştê daketiye ser rûyê erdê. Seatên siharê dema ku mirov zû radibe, pişta xwe dide kevirek ji deştê. Koçer, bêrî, çadir, pez û hespên derdor mêze dike, herî dawî jî çaya ku ji qirşikan hatiye çêkirin vedixwe. Wê demê ew wêneya di xeyal de di van kêliyan de zindî dibe. Gelê Wanê gelekî welatparêze û berdelên pir mezin dane vê şoreşê, ji ber ku ne gel dikare bê gêrîla jiyan bike û ne gêrîla dikare bê gel jiyan bike.

‘HÊZA KU MIROV JI GEL DIGIRE DIKARE LI HEMBER HER TIŞTÎ MEYDANÊ BIXWÎNE’

Gelê Wanê di dîrokê de bi fedakartiya xwe tê naskirin û heta niha jî cihên gerîla yên pir kevin hene. Li Çiyayê Reşkê mînakên van hene.Tu li ku dera Wanê be, dema gel te dibîne weke zarokê xwe nêzî te dibe û wisa te hemêz dike. Ji ber van nêzikatiyên gel yê germ mirov xwe li wir biyanî hîs nake. Bi vê hêza ku mirov ji gel digre dikare li hember her tiştî meydan bixwîne. Di navbera Feraşîn û Çaylanê de dema ku mirov berê xwe dide milê çepê û rêka xwe berdewam dike tiştekî veşartî li wir heye. Dema ku mirov ji dûr ve lê dinêre xuya nake, lê belê dema çavên mirov lê dikeve mirov matmayî dimîne. Dîmena ku me matmayî dihêle xweşikbûna gola Çalyanê ye. Quntarê wê dema digihije jêrê dibe weke çalekê. Li kêleka vê quntarê keviyên berfê dihelin û xwe berdidin nava gola Çalyanê. Ava wê ya sar li ser hinavê te, bayê wê yê hişk li ser rûyê te bandor dike, lê belê tu heyran dimîne. Mirov dibêje qey bi desta hatiye çêkirin. Herikandina avê li ser axa wê mîna xwîna ku di temarê mirovan de diherikê ye. Di hinek cihan de dol teng dibe, dengê avê tê, lê belê av xuya nake. Dema ku çavên te li kaniyê dikeve spîbûna kaniyê tevahî balê dikşîne ser xwe û dema ku tu vedixwe tu jê têr nabe. Piştî wê jî tu dimeşe li ser axa wê ya nerm. Feraşîn ne bi giştî zozan ne jî di heman demê de merg jî di navbera wan de ye. Feraşîn di navbera Wan, Colemêrg û Şirnexê de ye. Mîna behrekê ye. Cihekê wê heye, jê re Berê Sîh tê gotin. Kevirên vir hemû ketine rêzê û dema ku tav li milekî dide milê din dibe sîh. Tav berê xwe bide ku derê milê beramberî wê dibe sîh. Ji ber vê jê re dibêjin Berê Sîh. Di pêş de Çiyayê Reşkê heye, silsîleya wê dirêj dibe, xwe berdide Tozekê. Yek ji wan xweşikbûnan jî Çele Beş e. kevireke spî û mezin e, nêzî Elkê ye. Dema ku mirov diçe ser her der xuya dibe. Ji her cihî cûdatir Feraşîn li ber çavên mirov hîn balkêş û cuda xuya dike. Mîna cihekî ku nehatiye keşîf kirin. Navê wê jî dîrokî ye. Firne Şîn tê gotin. Hinek dibêjin şîne û fireh e hinek jî dibêjin berê de firinek şîn û mezin li wir hebû. Di pêvajoya Asûriyan de li wir hatiye çêkirin. Lê belê piraniya xwe jê re dibêjin Ferah şîn. Şerê li ser vê axê her tim dom kiriye. Dema tu silsîle silsîle dom dike tu xwe ber dide nav bileh û binevşan. Di serî Lêwîna de berê xwe dide milê çepê dîsa bileh û binevş tên pêşiya te.

WARÊ CEMBELÎ Û BINEVŞA NARÎN…

Dahol e, Qirnês e. mîna tîrekê dirêj dibe di nav wan zozanan de. Gola Qirnêsê heye. Havînê jî ava wê pir sar e. Ava wê xwe berdide boxaza Nebirnavê. Warê Cembelî û Binevş e. Cembelî kurê mîrê Colemêrgê ye. Colemêrg dikeve binya wê. Çiyayê Sûmbûl tam li beramberî te ye. Serê gupikê wê xuya dibe. Ji ava Zapê di nav de diherike û diçe. Wisa xwe digihîne zozanên Elbakê. Beriya ku bikeve Wanê diçe geliyê Masîro. Jêre ser Elbak tê gotin. Ser Elbak jî dibe sînorê Rojhilat. Li kêleka Feraşîn û Çalyanê zozanên Tirşînê jî hene. Qirê Tirşînê li wir heye, bajarekî kevnar e. çiyayekî reş e, li ser bajar serwer e. Me her tim digot; “Em ê danê êvarê biçin ser wir û çayekê vexwin.” Bayeke cemidî li rûyê te dikeve. Dengê pez her derî belav dibe, di nav vê liv û tevgerê de mirov henaseyeke tije kêfxweşî dikşîne hundirê xwe. Ser Hesin mîna pîramîdekê radibe. Kêleka wê Çelenîqa, jê re dibêje; “ Tu yî yê ku dirêjî asîmana dibe. Ez jî heme.”Li ser Kanî Şikêr di nava Feraşînê de dirêj dibe. Sûlava Marînosê heye, şeş milên wê hene. Pênç bû me xist şeş. Me xeteke nû jê re vekir. Ji ber ku ji bilindahiyê dadikeve jêr dema mirov dimeşe dilopên wê li rûyê mirov dikeve û di binî de bûka baranê çêdibe. Zivistana wê jî pir dijwar e. Di meha Gulanê de berfa wê rê dide. Di meha Hezîranê de jî berf li ser zozanên wê bariye. Çiya bi çiya re daxive. Çawa ku sosin û nergis dikevin nava şer de û herî dawî dibêje ; “Şaha kulîlkan ezim” girê wir jî di nav pêşbaziyekê de ne. Dema dibe bihar deşta Feraşînê tije sîrik dibe. Bi hezaran mirov dikevin wê deştê, lê belê ji ber ku deşt pir firehe li ser bandor nake. Di nav behrê de mîna dilopa ne. Bi wê xweşikbûna xwe me hîn bêhtir dike evîndarê gerîlatiyê. Meşa ku tu li ser axa wê dike di mirov de westandin çênake. Tu gupikekî derbas dike, diçe ser gupik bayeke wisa hînik li rûyê te dikeve, tu hemû westandina xwe ji bîr dike.

‘GER KU ŞEHÎD BIBIM BILA LI SER AXA ME YA PÎROZ BE’

Dema ku bi her awayî Kurdistana me rizgar bû mirov dikare wargehên tev xwezayî ava bike. Di nav mêrgên wê de heywan jî ji kêfa nizanin çi bikin. Xwe ji cihekî davêjin cihekî din. Di nav wir de mirov li ser hespekê be, zengilek bi hesp ve be û wisa tu di nav zozanan de bigere. Ji xwe ew hesp bi xwe naxwaze bisekine. Tu werîsê hesp digre, lê belê ew nasekine, her dixwaze bibeze. Mîna evînekê ye. Wateya hezkirinê hîn xweşik dibe û mirov hîn bêhtir hez dike. Hebûna me tevahî bi wan deran ve girêdayiye. Ger ku şehîd bibim bila li ser axa me ya pîroz be.”