Ger civaka Êzidî hêza xwe ya parastinê xurt bike, wê bikare pêşî li fermanan bigire

Ger gelê me tifaqa xwe ya navxweyî bi hêz bike, hêza xwe ya parastinê xurttir bike, rêxistinbûna xwe ya civakê bihêztir kir, wê hem bikare komkujiya civaka xwe bide naskirin û hem jî rê li pêşiya fermanên nû bigire.

Her çiqas meha Tebaxê jî wekî hemû mehên din ên salê, ji aliyê xwezayî ve ti cudahiyek nîn e, lê ev meh ji bo gelê Êzidî bûye meheke ku di dîrokê de ti carî nayê jibîrkirin û weka meha reş hatiye binavkirin. Bi taybetî jî di vê mehê de yek ji fermanên herî mezin bi ser civaka me de hat û di encama vê fermanê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî ji mal, cih û warê xwe koçber bûn. Di dîrokê de gelê Êzidî bi gelek fermanan re rû bi rû maye, lê ji ber ku piraniya wan fermana di dema xwe de li ser nehatine nivîsîn û nehatine berhevkirin, hinek ji hiş û bîra mirov diçin û tenê weka hejmar têne hesapkirin. Lê piranî di hafizeya civakê de dimînin. Lê, di komkujiya sala 2007’an a sîba Şêx Xidir û Til Êzir de nêzî hezar kes şehîd û birîndar bûn. Ti kes ne ji ber vê komkujiyê hate girtin û ne jî ji ti kesî hesab hate xwestin. Civaka me jî ji ber ku qedera civaka xwe dabûn destê hin kesan û di rêveberin û parastina xwe de cih nedigirtin, ji bo komkujiya 2007’an û fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a bi destê DAÎŞ’ê zemîn pêk hat. Ger civaka me li hember komkujiya 2007’an xwedî derketiba, sekneka cidî û hesab ji wan kesên ku di ber parastina Şengalê de berpirsyar bûn bixwesta û ji wê komkujiyê ders derxistibana dibe ku fermana 2014’an pêk nehatiba. Yan jî berdêla wê ewqas giran nebûya, tevî ku li ser civaka me ev ferman pêk hatine jî, niha neyar û xêrnexwazên nasekinin û naxwazin rastiya gelê me û îradeya vî gelî nas bikin. Civaka me tevî ku bi fermanê re her tişt ji destê wê hate sitandin, lê cardin xwe ji nû ve ava kir û dixwaze berhemê vê avabûna xwe bi rêxistinkirin û bihêzkirina yekîtiya xwe bi dest bixin, lê cardin him hêzên herêmî û hem jî hêz û hinek alî û hikumeta navxweyî û herêmê jî naxwazin wê îradeyê nas bikin.

Herî dawî di 9’ê Cotmehê de hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya navendê bêyî ku nêrîna civakê esas bigirin li hev kirin ku nehêlin Êzidî xwedî hêza xwe ya parastinê û rêveberiya xwe bin. Ango car din herdu hikûmetan weke sala 2007’an nêzî civaka me bûn û niha jî li ser komkujiya gelê me bi israr in. Naxwazin îradeyek bi rêxistinkirî ya Êzidiyan qebûl bikin. Di 9’emîn salvegera fermanê de Îngilistanê komkujiya gelê Êzidî wekî qirkirin qebûl kir. Di rojên ku Îngilistanê xwest li ser naskirina komkujiyê biryarê bide, PDK jî kete nava siyaste xwe ya qirêj û careke din Peymana 9'ê Cotmehê xiste rojeve xwe û dewleta Iraqê. Her çiqas hinek wan welatên Ewropa fermana li ser gelê me weke qirkirin qebûl dikin, lê heta niha kesekî ji wan li ser erdê tiştek nekiriye û hîna jî li ser êrîşên dewleta Tirk bêdeng in û hesabê fermanê jî ji ti kesî ne xwestine.

Ev jî nêzikbûnek berjewendîparêz e û gelê me vê yekê dibîne. Di heman demê de ger ev dewletane bi rast komkujiyên li ser gelê me pêk hatine qebûl dikin, divê zextê li dewleta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin ku rêveberî û parastina Êzidiyan qebûl bikin. Wê demê mirov dikare bêje hewldana wan dewletan cihê rêzê ye û hêja ye. Dewleta Iraqê jî û hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo ku ruyê xwe û îtibara xwe cardin di asta herêmî, neteweyî û navnetewî de qezenc bikin divê êdî rastiya Êzidiyan, rêxistinbûn û hêza wê ya parastinê qebûl bikin.

Li ser vê mijarê jî divê ji berî her kesî gavê bavêjin. Peymana 9’ê Cotmehê jî betal bikin. Di asta cîhanê de guhertinên bi awayê lez pêk tên. Ev guhertin rasterast nebe jî di astek berfireh de bandoriyê li civaka me û rêxistinbûna me jî dike. Ji ber vê yekê divê civaka me ji her alî ve amade be. Bi taybet jî krîza Efganistan, Sûriye, Yemen, Sûdan, Lubnan û Iraqê her ku diçe kûrtir dibe. Dibe ku hinek hevsengî werin guhertin. Divê gelê me rêxistinbûna xwe xurtir bike. Niha hilbijartinên Parêzgehan ên Iraqê di rojevê de ye. Divê gelê me bikare dengê xwe wiha bi kar bîne ku xizmeta civakê bi xwe bike. Divê êdî gelê me vê rastiyê baş bizanibe ku tenê gel bi xwe dikare pêşî li dubarebûna fermanan bigire. Nabe gel bendewariyê ji ti kesî bike ku wê li hewara wan were. Ger gelê me tifaqa xwe ya navxweyî bi hêz bike, hêza xwe ya parastinê xurttir bike, rêxistinbûna xwe ya civakê bihêztir kir, wê him bikare komkujiya civaka xwe bide naskirin û hem jî rê li pêşiya fermanên nû bigire.

ÊRÎŞÊN DI MEHA TEBAXÊ DE

Êrîşên ku di meha Tebaxê de li ser kesayet û civaka Êzidî hatine wiha ne:

Di 19'ê Tebaxa sala 1892'an de bi destê Asim Firîq Paşa fermana li ser civaka Êzidî hate rakirin û di vê fermanê de bi hezaran Êzidî hatin qetil kirin û ji cih û warên wan hatin dûrkirin.

Di 23'ê Tebaxa sala 1910'an de bi destê Mehmûd Fayîz Efendî careka din ferman li ser civaka Êzidî hate rakirin û mîna fermanê beriya wê bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û revandin.

Di 18'ê Tebaxa sala 1979'an de bi komployekê fermandarê Êzidî ê bi navê Mehmûd Êzidî ji aliyê PDK'ê ve qetilkirin.

Di 29'ê Tebaxa sala 2009'an de ji aliyê Elqayîde ve di nava Sûka Navçeya Sinûnê erebeyeke bombebar kirî hate teqandin û di encama wê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar bûn.

Di 14'ê Tebaxa sala 2007'an li navçeya Tilizêr û komelgeha Sîba Şêx Xidir 4 Kamyonên bombebarkirî li nava sûka herdû herêman hatin teqandin û di encama wê de 600 kesî jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 700 kesî birîndar bûn û heya roja me ya îro kesekî ev êrîş negirte ser xwe û di wê demê de PDK'ê li Şengalê de desthilatdar bû.

Di 3'ê Tebaxa sala 2014'an de civaka Êzidî rû bi rûyê fermaneka herî dijwar hat û di encama wê fermanê de bi 100 hezaran Êzidî hatin qetilkirin, revandin û ji cih û warên xwe dûr ketin.

Di 15'ê Tebaxa sala 2014'an de li gundê Koço ji aliyê DAÎŞ’ê ve komkujî pêk hat û di encama wê Komkujiyê de zêdeyî hezar kes şehîd bûn û bi sedan jin jî hatine revandin û heya roja me ya îro çarenivîsa gelek ji wan ne diyar e.

15'ê Tebaxa 2018'an, dema vegera ji merasîma bîrana şehîdên komkujiya Koço li herêma Geliyê Şilo, dewleta Tirk a dagirker bi balafirekê erebeya endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî kir hedef. Di êrîşê de Mam Zekî Şengalî şehîd bû û şervanê YBŞ'ê Mahir Serhed bi giranî birîndar bû û di 29'ê heman mehê de şehîd bû.

Rojên 23-25'ê Tebaxa 2020'an li ser gelek deverên Çiyayê Şengalê êrîş hatin kirin. Heman demê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên giran pêk hatin.

26'ê Tebaxa 2020’an di saetên êvarê de li gundê Behrava yê Xanesorê wesayîtek bû hedef. Di encamê de 2 kesên di wesayîtê de birîndar bûn.

16'ê Tebaxa 2021'an di saet 12:12'an de balafirê keşfê yê dewleta Tirk erebeya fermandarê YBŞ`ê Seîd Hesen kir hedef ku li sûka kevin a navenda bajarê Şengalê bû. Seîd Hesen û biraziyê wî yê şervanê YBŞ'ê Îsa Xwedêda şehîd bûn û 3 welatî jî birîndar bûn.

17'ê Tebaxa 2021’an dewleta Tirk a dagirker bi balafireke şer li nexweşxaneya gundê Sikêniyê xist. 5 şervanên YBŞ'ê ku tedawî didîtin û 3 karmendên tenduristiyê Sîdwer Îlyas Reşo, Hecî Xidir û Muxlis Sîdar şehîd bûn. Her wiha nexweşxane bi temamî hilweşiya.

29’ê Tebaxa 2022’an, balefirên keşfê yên dewleta Tirk, di navbera Xanesor û gundê Barê de wesayîtek bombebaran kir û di wê êrîşê de 2 şervanên YBŞ'ê birîndar bûn.