Generalê teqawîtbûyî Kivrikoglû li Başîka ye

Fermandarê hêza bejahî yê berê yê teqawîtbûyî yê artêşa Tirk Hayri Kivrikoglû duh kampa Başîka ya leşkerê Tirk lê ku li Iraqê ye ziyaret kir.

Nayê zanîn ka ji ber çi generalê berê çima ziyareta Başîka kiriye. Dema ku Serokê Fermandariya Giştî yê berê yê Tirk Îlker Başbûg li girtîgehê bû, Kivrikoglû çûbû ziyaretê, ziyareta Kivrikoglû di serê mirov de rê li ber pirsan vedike. Yek ji pirsa ku herî zêde xwe dide der jî, dewleta Tirk a ku beşdarî operasyona Mûsil nebûyî ketiye pey rê û rêbazên cûda.

Li gorî çavkaniyên ku ji herêmê hatin girtin, Kivrikoglû yê ku rojek û nîvê li Başîka mabû, wê di seetên şevê de vegere Tirkiyeyê.