Genç: Dengên leşker û polîsan bi ser MHP’ê de şemitandin

Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç got hilbijêrên HDP’ê nekarîna ku xwe bigihînin ser sendoqê û li bajarên Kurdistanê dengên AKP’ê, leşker û polîsan bi ser MHP’ê de hatine şemitandin.

Navenda Lêkolînê ya Siyasî û Sosyal (SAMAR) beriya 24’ê Hezîranê li bajarên Kurdistanê bi 2 hezar û 100 kesî re rûbirû lêkolîn kiribû.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç got, ‘’Dihate payin ku dengên AKP’ê kêm bibin. Encamên hilbijartinê yên herêmê mirov bi rewşa berdest şîrove bike ne rast e. Li herêmê, bi şertên Rewşa Awarte, li atmosfereke wiha ku partiyên siyasî xwe wekhev hîs nedikrin hilbijartin pêk hat. Rewşa Awarte dek û dolaba herî mezin a hilbijartinê ye. Di vê rewşê de hilbijartin tê maneya ku muxalefet bi 3-0 dikeve hilbijartinê. Ên ku li qadê desthilatdar in, hêz di dest wan de ye di vê zemînê dikarin her cure lîstikê bikin.’’

DENG BI SER MHP’Ê DE ŞEMIYANDIN

Genç got, ‘’Li herêmê hijmara personelên ewlekariyê zêde ne. Biya min dengên piraniya personelên ewlekariyê bi ser MHP’ê de hatina şemitandin.’’

Genç got biryara veguhaztin û yekkirina sendoqan jî bador li ser encame kiriye û got, ‘’Ne diyar e bê ka ev dengên di van sendoqan de hatine bikaranîn ji bo kê hatine avêtin.’’

DENGÊN MUKERRER

Yuksel Genç got li Kurdistanê rêjeya dengdanê ya Serokkomariyê kêmî ya rêjeya dengdanê ya hilbijartina giştî ye û got ev jî îhtîmala dengên mukerrer zêde dike.