Gelo sedema belavbûna vîrûsa koronayê li Wanê, koma Tevdîd e?

Li gundê Ortanca yê Wanê, konê sersaxiyê bû sedem ku 84 mirov bi vîrûsa koronayê (Covîd-19) bikevin. Eşkere bû kon ji aliyê komên oleperest ên tundrew ve hatiye vedan, ku berê jî li Wanê timî bi ço û biviran êriş dibirin ser gel.

Li gundê Ortanca yê navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, piştî konê sersaxiyê yê hefteya derbasbûyî hate vedan, bi gumana vîrûsa koronayê (Covîd-19) gund ji 5'ê Gulanê ve di karantînayê de ye. Tê gotin ku vîrûs ji konê sersaxiyê belav bûye. Hejmara kesên heta niha bi vîrûsê hatine tespîtkirin 84 e. Bi vî rengî hejmara mirovên li Wanê bi vîrûsê ketine gihîşt 356 kesî.

'KONÊ SERSAXIYÊ VEDAN'

Tevî ku vedana konê sersaxiyê qedexe ye, yên ku li gundê Ortancayê konê sersaxiyê vedan, komeke ku tê gotin alîgirê DAÎŞ'ê ye û di bin navê Kovara Tevhîd de li hev kom dibe. Ev kesên ku demeke dirêj e li Wanê kar dikirin, vê carê bi vedana konê sersaxiyê bûn sedem ku vîrûsa koronayê li bajêr belav bibe.

Koma navborî berê jî gelek caran li Wanê bi ço û bivir êriş biribû ser gel. Ev kom bi taybetî li Erdîşê û Wanê tevdigerin. Dîmenên vê komê ku ço di destê wan de xuya dikir, berê di çapemeniyê de hatibûn weşandin.

'POLÎSAN Û WALÎTIYÊ ÇIMA DESTÛR JI KONÊ SERSAXIYÊ RE DAN?'

Piştî vê bûyerê ku polîsan û Walîtiyê xwe kerr kirine, li şeş xebatkarên cemaweriyê lêpirsîn hate vekirin. Walîtiya Wanê doh bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundê Ortancayê vîrûs ji konekî sersaxiyê belav bûye. Di vê demê de ku vedana konê sersaxiyê qedexe ye, nehate eşkerekirin ku kê bi çi rengî kon vedaye û kê destûra wan dane.

'DI BIN NAVÊ ALÎKARIYÊ DE TIMÎ TÊN GUND'

Gundiyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku endamên vê komê dema dawî timî di bin navê alîkariyê de tên gund. Şêniyê gund ragihand kuhefteya derbasbûyî kesê ku mir nêzî vê komê bû, lewma endamên komê hatin gund û konê sersaxiyê ji bo wî vedan. Gundî diyar kir wan têkildarî vedana kon agahî dabûn rayedaran.