Gelo PDK wê Haci Ozen radestî dewleta Tirk bike?

Haci Ozen, ji ber protestoya êrîşa li dijî Şengalê, roja 7'ê Adarê li Hewlêrê hatibû binçavkirin. Tê gotin, PDK dixwaze Haci Ozen radestî dewleta Tirk bike.

Haci Ozen ê ji Bakurê Kurdistanê, roja 7'ê Adarê ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve li Hewlêrê hate binçavkirin. Tê gotin, PDK dixwaze Ozen radestî dewleta Tirk bike.

Ji bo êrîşa hêzên çekdar ên PDK'ê ya li bajarokê Xanesor ê Şengalê şermezar bikin, Kurdistaniyan li Hewlêrê meşek protestoyî lidar xistibûn. Ozen piştî vê meşê hate binçavkirin û ev 6 meh in li Asayîşa Giştî ya Hewlêrê tê girtin.

Welatiyekî ji qewîşa 4'an a Ozen lê ye hate berdan got, Ozen roja Şemiyê birine Konsolosxaneya Tirk a li Hewlêrê û tê xwestin, ku teslîmî Tirkiyeyê were kirin.

Welatiyê navborî ji ber sedemên ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike û got, "Haci roja Şemiyê ji cem me birin û birin Konsolosxaneya Tirk. Lê belê ji ber ku ew roj betlaneya fermî bû, vegerandin û gotin wê roja Sêşemê ji nû ve bibin. Ez piştî rojekê hatim berdan. Nizanim bê hatiye teslîmkirin yan na."

Malbata Ozen jî diyar kir, ku herî dawî meha Gulanê ew çûne dîtina kurê xwe û heta wê çaxê jî îfadeya wî nehatibû girtin. Malbatê ragihand, Haci ji wan re gotiye ku li qewîşeke ji 16 metreçargoşeyî bi dehan kesî re dimîne û destnîşan kir, ku li serê kurê wan birînek heye û hê nehatiye dermankirin.