Gelo Parlementoya Herêmê dîsa seroktî xwest?

Parlementoya Kurdistanê, ji bo nîqaşkirina pêşnûmaya li ser Serokatiya Herêma Kurdistanê duh li hev civiya.

Piştî referandûma di 25’ê Îlonê de ya ku li Başûrê Kurdistanê hatibû kirin û geşedanên li Kerkûk û herêmên bi nîqaş, ji bo ku peywir û rayeyên Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî li nav saziyên zagonsazî, darizandin û rêveberiyê de were dabeşkirin û piştre ew îstîfa bike, duh li parlementoya meseleya ‘seroktiyê’ hate rojevê.

Parlementoya Kurdistanê, ji bo nîqaşkirina pêşnûmaya li ser Serokatiya Herêma Kurdistanê duh li hev civiya.

Di rûniştinê de dengdayîn hate kirin. 16 dengên na û 33 dengên erê hate dayîn. Li gorî vê pêşnûmaya zagonê Seroktiya Herêmê piştî hilbijartina di 30’ê Îlonê de ew ê dîsa were rojevê.

Li gorî pêşnûmaya ku hatiye qebûlkirin, hilbijartin Seroktiyê ew ê tevî hilbijartina parlementoya Kurdistanê ya di 30’ê Îlonê de neyê kirin.

Li gorî xala sêyemîn a zagonê, di sala pêşîn a serdema zagonsaziyê ya 5’emîn a Parlementoya Kurdistanê de, di çarçoveya makezagonê ew ê têkildarî dahatûya Saziya Seroktiyê biryar were dayîn.

Parlementerên PDK, YNK û Goranê deng dan lê parlementerên Yekgirtû û Komelê dengê xwe nedan.