Gelê Wanê ji bo mîtînga mezin amade ye
Li Wanê ji bo mîtînga têkildarî referandûmê ya 14’ê Nîsanê xebat didomin. Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajêr bang li gelê Wanê kirin ku bi giyanê Newrozê tevlî mîtîngê bibin.
Li Wanê ji bo mîtînga têkildarî referandûmê ya 14’ê Nîsanê xebat didomin. Rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajêr bang li gelê Wanê kirin ku bi giyanê Newrozê tevlî mîtîngê bibin.
Li Wanê xebatên mîtînga ji bo referandûmê ku 14’ê Nîsanê wê were kirin didomin. Tê payin ku bi 10 hezaran kes tevlî mîtîngê bibin. Têkilidarî mîtîngê îro li avahiya HDP'ê ya bajêr, bi tevlêbûna Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nadir Yildirim û bi hevserokên HDP, DBP’ê yên Bajêr û Wekîla Wanê ya HDP’ê Bedîa Ozgokçe Ertan daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.
Yildirim di duxuyaniya çapemeniyê de axivî û got, di meha dawî de wan ji bo referandûmê xebateke têr û tije kirine û pê de çû: "Li Kurdistanê û Tirkiyeyê me xwe gihande hemû tax, kuçe û malan" û bi domdarî wiha got: "Me armanca xwe di vê pêvajoyê de bi gel re jî par ve kir. Me peyamên xwe ji gel re ragihandin. Niha du mîtîngên me yên dawiyê mane. Yek jê 14’ê Nîsanê li Wanê û ya dî jî 15’ê Nîsanê li Amedê ye. Em ê peyamanên xwe bi rengekî herî xurt di van mîtîngan de bidin."
Yildirim diyar kir, ku di mîtîngê de Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Hevserokê HDK’ê Onûr Hamzaoglû jî wê hazir bin û wiha got: "Hemû nûnerên saziyên me yên demokratîk wê di mîtînga Wanê de amade bin. Mîtînga me saet 11.00’an wê li Parka Mûsa Anter be. Piştî nimêja Înê wê dest pê bike. Hema hema me banga xwe li hemû qadan kir. Amadekariyên me yên teknîkî 90 ji 100’î qediyane. Haziriyên ewlekariyê û hwd. qediyane û îro bi vê daxuyaniya çapameniyê em dixwazin banga xwe ji bo gelê xwe yê Wanê dubare bikin. 14’ê Nîsanê bi mîtînga xwe em ê encama referandûmê ya qada Kurdistanê ragihînin. Ji bo gelê me yên ku dixwazin werin mîtîngê li navçe û taxên me yên dûr wê wesayit hebin."