Gelê Wanê bi dirûşma, 'Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne', meşiya

Piştî mitînga 8’ê Adarê ya Wanê, bi tevlibûna bi sedan ciwanî meşek hate kirin. Di meşê de ciwanan bi dirûşmeyan gotin “Ciwan, fedaiyên Rêber Apo ne”.

Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşma “Dema azadiya jinan e” mitînga 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat lidarxistin. Mitîng, li Parka Mûsa Anter hat kirin. Piştî mitîngê, bi tevlibûna sedan ciwanî meşeke girseyî hat lidarxistin. Girseya ku ji sê aliyan ve ber bi deriyê derketinê ve dimeşiya, dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Ciwan, fedaiyên Rêber Apo ne” berz kirin.  


  
Ciwanan, barîkatên polîsan derbas kirin û heta Qada Beşyolê meşiyan.