Gelê Sinê tedbîqata rejîma Îranê protesto dikin

Li eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê gel ji bo tedbîqata rejîma Îranê ya li ser sînorê Bakşûrê Kurdistanê protesto bikin daketin qadan.

Li eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê gel ji bo tedbîqata rejîma Îranê ya li ser sînorê Bakşûrê Kurdistanê protesto bikin daketin qadan.

Rejîma Îranê ji bo referandûma Başûrê Kurdistanê gef bike, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dest bi tedbîqatekê kiribû. Gelê Sinê li hemberî vê nerazîbûn nîşan dan.

Nûçegihanê me yê li Sinê, diyar kir ku piştî sewqiyat leşkerî ya rejîmê û şûnde gel li Parka Îqbal kom bûn û dest bi çalakiya protestoyê kirin. Çalakiya protestoyê hê jî dewam dike.

Nûçegihanê me yê Rojhilat, destnîşan kir ku îro balafirên şer ên rejîma Îranê di nava rojê de li ser esmanên bajarên Merîwan, Banê, Pîranşar, Şîno û Serdeştê ve bi nizim firiyane.

Her wiha dîsa nûçegihanê me ragihand ku rejîma Îranê gelek leşker sewqî bajrên mîna Sinê, Mihabad, Merîwan û Banê kirine.