Gelê Silêmaniyeyê diçe Kunemasî
Gelê Silêmaniyeyê wê danê êvarê biçe Kunemasî ku doh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve komkujiyek lê hatibû kirin.
Gelê Silêmaniyeyê wê danê êvarê biçe Kunemasî ku doh ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve komkujiyek lê hatibû kirin.
Şêniyên Silêmaniyeyê wê îro berêvarê biçe herêma Kunemasî ku dewleta Tirk a dagirker doh komkujiyek lê kiribû.
Girseya gel wê saet di 16:00 de li kolana Salim (Saholeka) li hev kom bibe û saet di 16:15'an de jî ber bi Kunemasî ve biçe.
Tê payin ku li cihê ku komkujî hate kirin daxuyaniyeke çapemeniyê bê dayin û dewleta Tirk a qirker bê şermezarkirin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirher doh bombe li seyrangeha Kunemasî barandibûn û di encamê de 2 kes şehîd bûbûn, 8 kes jî birîndar bûbûn.