'Gelê Sêrtê wê di 24'ê Hezîranê de kiryarên AKP'ê ji bîr neke'

HDP di çarçoveya karê xwe yê hilbijartinê de li Sêrtê serdana esnafan dike.

Karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi xurtî dewam dikin. Di vê çarçoveyê de serdana gel, esnaf û malan tê kirin, buroyên hilbijartinê tên vekirin û belavok tên belavkirin. Yek ji bajarên ku karekî berfireh lê tê kirin Sêrt e. HDP'yî bi coşa gel li nava kolan û malan digerin.

Parlamentera Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Hurriyet Kaytar jî tevlî serdana esnafan bûn. Hurriyet Kaytan li ser karê xwe yê Sêrtê agahî da.

Kaytar işaret bi eleqeya gel a ji bo HDP û namzetê wan ê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş kir û got, "Eleqeya gelê me li gorî hilbijartinên 1'ê Mijdarê gelekî zêdetir e."

Kaytar bal kişand ser hêrsa li dijî tifaqa paşverû ya AKP-MHP'ê û got, "Bi dîtina min, gelê Sêrtê wateya tifaqa AKP-MHP'ê fêhm kiriye. Dema ku mijar dijberiya li daxwazên gelê Kurd be, yên hevrikê hev in jî dibin yek. Gelê me vê yekê dibîne û yekîtiya neteweyî û tifaqa gelên bindest weke yekane rêya çareseriyê dibîne."

Kaytar li ser têkiliya navbera gelên Kurd û Ereb ên li Sêrtê jî diyar kir ku sîstemê dîwar di navbera gelan de lê kiriye û got, "Lê belê ev dîwar dikare bê hilweşandin."

Der barê cudahiya navbera hilbijartinên 24'ê Hezîranê û 7'ê Hezîrana 2015'an de Kaytar got, "Qedandina pêvajoya çareseriyê, komkujiyên bi desteka sîstemê hatin kirin û dagirkirina Efrînê ya vê dawiyê, di nava gelê Kurd de rê li ber hişmendiyeke neteweyî vekiriye. Bêguman ev hişmendî wê bandorê li hilbijartinê bike. Bi vî hiş û têgihiştinê wê di 24'ê Hezîranê de dengdan were kirin."