Gelê Sarayê xwe amade dike ku qeyûman biqewirîne

Li navçeya Saray a Wanê, HDP'ê di hilbijartinên giştî yên 2018'an de 80 ji sedî yê dengan wergirtibû. Ji ber talana bi destê qeyûm, tê payin ku HDP vê carê 90 ji sedî yê dengan werbigire.

Navçeya Sarayê ya Wanê ku li aliyê herî rojhilat ê Wanê ye û li ser sînorê Îranê ye, mîna prototîpeke biçûk a Îdirê ye. Li Sarayê mirovên li gelek neteweyan hene. Tê payîn ku hilbijartinên xwecihî de HDP teqez bi ser bikeve.

Şaredarê Sarayê yê DBP'î Abdulkadîr Çalişkan ku sala 2014'an hate hilbijartin, ji aliyê rejîma AKP'ê ve hate girtin û 7 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Piştre jî şaredarî bi destê qeyûm hate desteserkirin. Şêniyên Sarayê ji bo dawî li vê rewşa neyînî bîne wê biçe ser sindoqê. Em namzetên HDP'ê yên ji bo Hevserokatiya Şaredariya Sarayê nas bikin.

CAZIYE DÛMAN

Sala 1990'î li gundê Marnîs ê Colemêrgê ji dayik bû, sala 1992'an ji ber valakirina gundan neçar ma tevî malbata xwe koçî Wanê bike. Dûman dibistanên seretayî, navîn û lîse li Wanê qedand. Sala 2012'an bû aktîvîsteke DOKH'ê û dest bi karê jinan kir. Sala 2015'an û Hevseroka DBP'ê ya Wanê. Ji ber karên xwe yên siyasî 18 mehan li girtîgehê ma. Piştî ku hate berdan, bû aktîvîsta jinê ya HDP'ê û karê xwe dewam kir. Ceaziye Dûman Zewiciye û dayika 2 zarokan e.

ŞAHABETTÎN BÎLMEZ

Sala 1972'an li navçeya Sarayê ji dayik bû. Piştre li gundê Reşkanê yê Qelqeliyê bi cih bûn. Dibistanên seretayî, navîn û lîseyê li Qelqeliyê qedand. Piştre 10 salan perwerdeya medreseyê dîtin. Sala 2014'an bû Hevserokê HDP'ê yê Sarayê. Zewiciye û bavê 4 zarokan e.