Gelê Rojava berê xwe da Qereçoxê: Kujer Erdogan!

Hevseroka MSD'ê Ehmed û Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Yûsif êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li Koalîsyona Navneteweyî û DYA kirin.

Hevserokan gotin, eger pêşî li êrîşan neyê girtin, wê Operasyona Reqayê bisekinînin û li ber xwe bidin.

Bi hezaran kesên ji Qamişlo, Dêrik û Hesekê berê xwe dan herêma Qereçox a Dêrikê, ku artêşa Tirk duh bi şev bombe lê barand. Girê Qereçoxê ku nuqteya leşkerî ya YPG'ê jî lê ye, avahiya Radyoya Dengê Rojava û wargehên sivîlan hatin bombekirin. Xebatên ji bo tespîtkirina zerarê dewam dikin.

Bi hezaran kesî bi alên YPG, YPJ, TEV-DEM û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danê sibehê berê xwe dan cihê êrîş lê hate kirin û dirûşmên "Kujer Erdogan" qîriyan.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif jî di nav de, gelê li vê derê li hev civiya, nerazîbûn nîşanî êrîşan da. Gelê Rojava destnîşan kir, ku hêza wan a parastina axa xwe heye û wê heta dawiyê li ber xwe bidin.

BANGA LI DYA Û KOALÎSYONÊ

Yûsif û Ehmed jî bang li Koalîsyona Navneteweyî û DYA kirin, ku divê nerazîbûn ne tenê di asta daxuyaniyê de be. Yûsif û Ehmed anî ziman, ev êrîş wê bêhnê bîne ber DAIŞ a li Reqayê tengav bûye û destnîşan kir, eger nerazîbûna pêwîst neyê nîşandan, ew ê operasyona Xezeba Firatê di ber çavan re derbas bikin. Yûsif û ehmed ji DYA xwestin, pêşî li êrîşên hewayî bigire û gotin, ji bo parastina axa xwe, eger pêwîst bike ew ê Operasyona Reqayê bisekinînin û li dijî artêşa Tirk li ber xwe bidin.