Gelê Qendîlê li dijî bomberdûmanê nerazîbûn nîşan dan

Gelê Qendîlê, nerazîbûn nîşanî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên ku jîngehên welatiyên sivîl dikin hedef û xwezayê qetilkirin dan.

12’ê Tebaxê di saetên sibehê de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Qendîl a ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve bobmerdûman kiribû. Di encama bomberdûmana nêzî jîngehên gel hate kirin de ti ziyan negihiştin sivîlan, di bejahiyê de şewat derket. Nêzî 20 donim daristan şewitî û bû xwelî. Gundiyên ji Enzê û herêmên derdor hatin, mudaxeleyî şewatê kirin.

Gundiyên ku mudaxeleyî şewatê kirin, nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a qirkirina xwezayê dan.

Gundiyê ji Gundê Enzê ji ANF’ê re axivî û têkildarî êrîşê jî ev tişt got:

“Balafirên şer ên artêşa Tirk Gundê Enzê bombe kir. Di encamam bomberdûmanê de gelek lawir hatin kuştin, gelek dar jî şewitîn. Şewata li behahiyê dereketî belav dibe. Ji bo şewatê vemirînin hatine herêmê. Ji ber rewşa bayê her ku diçe şewat belav dibe û di vemirandinê de zoriyan dikişînîn. Niha jî ji bo şewat negihêje gund em ketine nava tevgerê.”

 ‘TI HERÊM NEMANE KU LAWIRÊN XWE BIÇÊRÎNIN’

Gundî bal kişand ku cihên hatine bomberdûmankirin gerîlayên PKK’ê lê nîne, cihên ku balafirên şer ên artêşa Tirk bombe kirine, gerîla lê nîne û jîngehên welatiyên sivîl in. Gundî diyar kir ku li Gundê Enzê, cihê hatî bombe kirin çêrgehên lawirên gund e. Gundî got: “Ji ber şewata li herêmê derketî ti cih nemaye ku em lawirên xwe lê biçêrînin.”

‘LI DIJÎ VAN ÊRÎŞAN HIKÛMETA HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TI NERAZÎBÛN NÎŞAN NEKIR’

Gundî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê heta niha li dijî van êrîşên dewleta Tirk ti nerazîbûn nîşan nekiriye û wiha pêde çû: “Ev ne cara yekem e ku dewleta Tirk êrîş dike; dewleta Tirk gelek caran bi van êrîşan welatiyên sivîl kirine hedef û qetilkirine. 2011’an li Kortekê, 2015’an li Zergelê sivîl qetilkirin. Dîsa balafirên şer ên artêşa Tirk li Bolê jinek kiribûn hedef û qetilkiribû. Em dixwazin êdî hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî êrîşên balafirên Tirkan nerazîbûn nîşan bide. Dewleta Tirk bi hinceta ku PKK li van herêman hene gundên me, zeviyên me û bejahiya me bombe dike. Ti aliyên van êrîşan ên exlaqî û civakî nîne.”