Gelê Mexmûrê ji bo Ocalan meşiya

Bi mebesta şermezarkirin tecrîda girankirî a li ser Ocalan şevê din bi hezaran kes meşeke bi xetîre kirin.

Gelê Mexmûrê şevê dî bi tevlêbûna bi hezaran kesî li dijî tecrîda girankirî meşeke bi xetîre kirin. Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Komîteya Çalakiyan çalakiyeke girseyî kir û xwest ku Ocalan bi malbat, parêzer û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) re hev bibîne.

Gelê kampê ji sê baskan ve dest bi meşê kir, ji rêya sereke ya kampê hatin û meşeke bi xetîreyê kirin. Şêniyên kampê, xwendekar û ciwan ji sê aliyên cihê hatin gihaştin hev, posterên Ocalan, alayên KCK, PKK, KJK, HPG, YJA-Starê, YPJ, YPG’ê hildan, dirûşmên ‘bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Şehîd namirin’, ‘Sond dixwin bi şehîdan em leşkerên Apo ne’, ‘kes nikare roja me tarî bike’ berz kirin.

Gelê kampê ku li ser rêya sereke ya kampê gihaştin hev piştre li qada gokê civiyan. Li vir axaftin hatin kirin û hate gotin tecrîda li ser Ocalan were rakirin. Meşa Mexmûriyan a meşa bi xetîre, piştî nîşandan sînevîsyonê qediya.