‘Gelê Mexmûr wek Eshabên Pêxemberan li berxwe didin’

Welatiyên Mexmûrê yên di bin ambargoyê de ketine meha Remezanê diyar kirin ku li hember zordariyê gelê mexmûrê her tim li berxwe daye û ji vê berxwedayinê serbilind in û got: “Di exlaqê Îslamiyetê de zilma li ser penaberan nayê qebûl kirin.”

Ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di roja 290’an de berdewame. Rexmê ku em di meha Remezanê de ne jî, ev ambargo berdewam dike. Li ser vê mijarê welatiyên Mexmûr jî axivîn. Welatiyan dan zanîn ku rê girtin li ser lawirekê jî sûcekî herî mezine.

‘LI HEMBERÊ ZILM Û ZORDARIYÊ ÎSLAMIYET DERKETIYE’

Girêdayî ambargoya ku li ser Mexmûr tê meşandin û di Îslamiyetê de ambargo çawa tê dîtin, Mela Şirîn Çetîn axivî û diyar kir ku di demê Pêxemberan de jî wek niha bê mafiyek mezin hebû û wiha pêde çû: “Beriya ku Îslamiyet derbikeve, di nava qewmê cahil û derveyî misilmanan de rê birîn hebû, rêya hevdû dibiriyan û zilm li hevdû dikirin. Bê mafiyek pir mezin hebû wê demê. Li hemberî wê zordariyê Îslamiyet derket. Di Îslametiyê de mirovê herî xirab yê ku rê dibirin bûn. Ne tenê li ser penaberan, li ser her mirovekî, her lawirekê jî rê birîn guneh e. Ji xwe îslamiyetî ji bo pêşî lêgirtina van tiştên xirab derketiye. Niha li ser me rê hatiye girtin, zilim li me tê kirin, ev di Îslamiyetê de nîne. Xwedê jî di Qûrana Kerîm de dibêje derveyê zaliman, dijminatiyê ti kesê re nekin. Weke din jî dibêje ger zorî li te hat kirin li hember zoriyê rabe û berxwe bide, weke ku niha em berxwe didin. Ew penabere, ew ê ku ji ber zalimekê bireve û ji bo şikandina wê zalimê berxwe dide. Ew penaberên ku berxwe dide, ti ferqa wê û eshabên Pêxemberan nîne. Ew mirovê ku dev ji doza xwe bernede û heta dawiyê ji bo doza xwe berxwe dide hertim digihije serkeftinê. Çawa ku Ebû Cahil û Ebû Leheb, rê nedidan penaberên Hz. Mihemed ji Medîne biçin Mekehê, niha jî PDK wek wan nahêle Penaberên Mexmûrê derbikevin. Her wiha eger ev gunehbarî wek meha Remezanê berdewam be, vê gunehê wê pir cudatir be. Ji ber ku di meha Remezanê de Rebil Alemîn Qûrana pîroz rêkir ye. Di meha Remezanê de Quran ji bo mirovan şandiye da ku mirov ber bi rêya rast ve biçe. Yanî ji xirabiyê bête qenciyê.”

‘GELÊ MEXMÛRÊ WEKE ESHABÊN PÊXIMBERAN LI BER XWE DIDIN’

Çetîn di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li hember zordariyê gelê mexmûrê her tim berxwe daye û ji vê berxwedayinê serbilind in û wiha pê de çû: “Di exlaqê Îslamyetê de zilma li ser penaberan nayê qebûlkirin. Eger Ebû Cahil û Ebû Leheb nebana Hz. Mihemed wê çima bibûya Pêxember, wê çima mezin ba, wê çima Xwedê hewce bidîta ku wî rêbike. Eger niha zilma dewleta Tirk nebûya, em ê çima bibûna penaber, ji ber wê yekê pêwîste em dema her zoriyekê dibînin ji bo xwe serbilindî qebûl bikin. Ji ber ku serbilindiye, eger em zoriyê dikişînin em bi rûmet in, ji ber ku em wek penaberên Mexmûrê li hember zoriyan tekoşîn didin. Gelê Mexmûrê jî wek Eshabên Pêxemberan in, ji ber ku niha gelê Mexmûrê wek wan Eshaban li ber xwe didin û ji doza xwe gav bi şûnde na avêjin. Eger em li hemberê van zoriyan li berxwe nedin, dev ji doza xwe berdin û li hemberê dagirker û xayînan bejna xwe bitewînin, wê demê wateya penabertiya me namîne.”

‘HER KESÊ KU BÊJE EZ MISILMANIM PÊWÎSTE LI HEMBERÊ ZILMA PDK’Ê RABE’

Welatiya bi navê Emîne Alturk jî bal kişand li ser bêdengiya hikûmeta herêmê û diyar kir ku êdî bila kesek bêdeng nemîne û li hemberê zilmê serî hilde.

Alturk wiha domanda: “Ev 10 meh in ku ambargo li ser me tê meşandin. Em niha ketine meha Remezanê û heta niha jî ev ambargo berdewam dike. Her mirovê ku dibêje ez misilmanim û ez xwedî ol û bawerî me, divê li hemberî vê ambargoyê rabe. Yên li vê wargehê dijîn hemû zarok, jin, kal û pîrin. Lê dîsan jî em di bin vê ambargoyê de rojiyên xwe digirin. Em wan kesên ku vê zoriyê li ser me didin meşandin hewaleyê Xwedê dikin.”

‘AMBARGOYA MEXMÛRÊ NE BES BÛ NIHA ÇAV DANE ZÎNÎ WERTÊ’

Emîne Alturk bal kişand li ser êrîşên Zînî Wertê û got: “Heyfe ku Kurd Kurdan difiroşe. Em êdî banga mirovatiyê li wan nakin, jiber ku fam nakin. Em bang li wan û xeletiyên wan dikin û dibêjin ku bila li wan xeletiyên xwe vegerin. Heyfe ku çiyayên Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dikin. Bila PDK’e baş bizane ku ne dewletya Tirk heyranê çavên PDK’ê ne. Dewleta Tirk ev salane dixwaze Kurdistanê dagir bike û deskeftiyên Kurdan xirab bike. PDK’e jî baş dizane PKK’ê tevahî Başurê Kurdistanê parastiye. Em bang li tevahî gelê Başûr dikin bila li hember dagirkeran rabe.”